Serpîl Kemalbay: Heke hevdîtina bi Ocalan re pêk neyê dê kaos derkeve 2017-10-22 17:31:26   ÊLIH - Hevseroka HDP'ê Serpîl Kemalbay di çarçoveya hevdîtinên gel de li Êlihê bi gel re civîya û di mijara Ocalan de careke din AKP hişyar kir. Kemalbay aşkera kir ku heke hevdîtina bi Ocalan re pêk neyê wê  kaos li welat derkeve.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya "Em ranewestin, faşîzmê rawestînin" xebatên xwe dewam dike. Rawestgeha HDP'ê ya dawî Êlih bû û bi beşdariya Hevseroka HDP'ê Serpîl Kemalbay, Berdevka Meclisa Jinan Besîme Konca, Serokwekîlê Komê Ahmet Yildirim, parlamenter Kadrî Yildirim, Saadet Becerîklî û Mehmet Alî Aslan û rêveberên HDP'ê li ber avahiya partiyê li hev civiyan.   'Li herêmê rewşa awarte heye'   Serpîl bal kişand ser OHAL'ê û da zanîn ku li herêmê rewşa awarte heye û aşkera kir ku siyaseta herêmî felç bûye. Serpîl bal kişand ser kesên ku tevli daxuyaniyan dibin û cezayê pere li wan tên birîn jî û da zanîn ku kesê tevli çalakiyên demokratîk dibin, ji derveyê zextên dewletê yên fîzîkî, cezayê peran jî li wan tê birîn. Serpîl di axaftina xwe de talana li Heskîfê jî bi bîr xist û piştrast kir ku li Heskîfê komkujiya çand û dîrokê tê kirin.   AKP hat hişyarkirin   Serpîl destnîşan kir ku cinayetên kar ne qeder in û ji malbata karkerê madenê Ugur Kabak re jî sersaxî xwest. Serpîl tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em AKP'ê Hişyar dikin. Divê demil dest hevdîtina bi Birêz Ocalan re bê sazkirin. Ji bo pêşî li van nûçeyên qirêj bê girtin, divê heyetek biçe Îmraliyê. 2 sal e agahî ji Ocalan nayê girtin. Berê jî nûçeyên wiha di çapemeniyê de hatibûn belavkirin. Divê ev nûçeyên dibin sedema kaos û gengeşiyê bên bi dawîkirin. Bila hikumet peyiwra xwe bîne cih."   Piştî axaftinan  girse derbasî navenda Êlihê bû û parlamenterên HDP’ê Besîme Konca, Ahmet Yildirim û Mehmet Emîn Aslan derbasî navçeya Hezoyê bûn û tevahiya rojê esnaf ziyaret kirin û bi gel re hatin gel hev. Gel di serlêdanê de aşkera kir ku ev hevdîtin gelekî girîng in, lê ev li dijî pergala heyî gelekî kêm e, divê berxwedaneke topyekun bê rêxistinkirin.