Feleknas Ûca: Roj roja xwedîderketandina îradeya xwe ye 2017-10-21 16:06:26   AMED – Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca di daxwuyaniya girseyî ya ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivî û bang li gel kir û got:”Amed bê deng namîne. Bila kesek xeta sor derbas neke. Roj roja xwedîderketandina îradeya Kurd e.”   Rêxistina Bajarê Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ji ber ku ji 11’ê Îlona 2016’an heta a niha agahî ji  Ocalan nayê girtin, şermezar bikin daxwiyaniya çapemeniyê ya girseyî li darxist. Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca, rêveberên rêxistina navçeyê ya HDP’ê û DBP’ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, gelek rêveberên Rêxistinên Civakî yên Sîvîl beşdarî daxwiyaniya li ber Rêxistina Navçeya Yenîşehîrê ya HDP’ê bûn. Polîsan xwestin daxwiyaniyê asteng bikin. Li gel astengên polîsan gel dîsa daxwiyanî çêkir.     Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca diyar kir ku bi girtina Abdullah Ocalan îradeya 40 milyon Kurdî jî rehîn hat girtin. Feleknas Ûca bi bîr anî ku Abdullah Ocalan ne tenê xwediyê nasnameya ramyarî ye û wiha got:”Abdullah Ocalan bi rola xwe tenê ji bo Gelê Kurd têkoşînê nake. Abdullah Ocalan bi fikir û perspektîfa xwe li vî welatî pêvajoya çareseriyê pêş xist. Di vê pêvajoyê de hemû cîhan bû şahid ku nifteya çareseriyê di destên Abdullah Ocalan de ye.”