Heyeta Îmraliyê: Baweriya me bi daxuyaniya dozger nayê 2017-10-19 15:03:44   STENBOL - Heyeta Îmraliyê der barê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyaniya çapemeniyê da, ji bo hikûmetê du pêşniyar kir û ev tişt got: "An ji malbata Ocalan, an ji parêzeran, an jî ji Heyeta Îmraliyê bila teqez hinek biçin Îmraliyê û der barê rewşa Ocalan de agahiyê bigirin."   Heyeta Îmraliyê ya ji Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û Ceylan Bagriyanik pêk tê, ji bo balê bikişînin ser nûçeyên di demên dawî de li ser çapemeniyê tên belavkirin û rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya HDP'ê ya Stenbolê hat dayîn û der barê girîngiya mijarê de bang li hikumetê hat kirin.   ‘Em ji muxatabê yekemîn agahiyê dixwazin’   Endamê heyetê Sirri Sureyya Onder, du pêşniyar kirin û vê tişt got: "Ya destpêkê ji bo der barê rewşa tenduristiya Birêz Abdullah Ocalan de agahî bê girtin divê ji malbata wî kesek, parêzer an jî Heyeta Îmraliyê demildest biçe Îmraliyê. Divê rewşa tenduristiya Ocalan ji kesê yekemîn bê girtin; divê li gorî dema muzakareyê bi awayekî cidî mesele bê destgirtin."   Wezaretê bersîv neda serlêdanê   Endama heyetê Pervîn Buldan jî destnîşan kir ku ew bi rêya telefonê li Wezareta Edaletê geriya ne û wiha got: "Piştî nûçeyên li ser medyaya civakî hatin belavkirin, fikar zêde bûn. Serdozgerê Komarê yê Bursayê yê Wezareta Edaletê der barê rewşê de daxuyanî da. Ez jî dibêjim ku ev têrê nake û ji malbat, parêzer, an jî ji tevgera meya siyasî divê kesek biçe Îmraliyê. Di vê der barê de hêj bersivek nehatiye."   Agahiyên berfireh tên...