'Divê hevdîtin bi Ocalan re pêk bê’ 2017-10-19 14:41:00 ŞIRNEX - Li Cizîrê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat şermezar kirin û hat xwestin heyeta Îmraliyê, parêzer û malbat bi Ocalan re hevdîtinê pêk banîn.     Ji 11’ê Cotmaha 2016’an û vir ve tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin û dibin tecrîta girankirî deye. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Şirnexê ji bo balê bikişîn in ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li avahiya HDP’a Cizîrê civîna çapemeniyê li dar xistin. Parlamenterên HDP’a Şirnexê Aycan Îrmez û Leyla Bîrlîk, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê û gelek welatî beşdarî civînê bûn.     'Daxwaza gelê kurd aştî û demokrasî ye'   Hevserokê HDP’a bajêr Zekî Îrmez daxuyanî da û wiha axivî: “Gelên me yên Rojhilata Navîn di pêvajoyek zor re derbas dibin. Tercîha gelê kurd azadî, demokrasî û aştî ye. Lê li hemberî wê siyast û rêveberiyek xwedî ferasetek tûj û înkarker heye.”   Îrmez, bertek nîşanî astengkirina hevdîtinên parêzeran a bi Abdullah Ocalan re, da û wiha got: “Ev yek fikarên mezin li Tirkiyeyê dan avakirin. Birêz Abdullah Ocalan hikûmxarek ne ji rêzê ye. Ligel tecrîta giran kirî, dixwaze pirsgirêka gelê kurd bi reya dîyalogê çareser bike. Hikûmet jî vê yekê baş dizan e. Divê hikûmet, hesasiyeta bi mîlyonan mirovan a ji bo Birêz Abdullah Ocalan baş bibîne û bi aqil tevbigere.”     'Divê bi abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin'    Îrmez, destnîşan kir ku nûçeyên têkildarî tendirustiya Abdulah Ocalan ku hatin  serwîskirin, ew kirine nav fikaran û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo ev fikar û guman ji holê rabin, divê destûr bê dayîn ku heyeta Îmraliyê, parêzer û malbat bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Ji ber vê yekê em bang di serî de li CPT û hemû saziyên Navneteweyî dikin ku li dijî pêkanîna tecrîtê ya sûcê mirovahiyeyê bêdeng nemîn in.”     Piştî daxuyaniyê, bi berz kirina dirûşmeyan civîn bi dawî bû.