Pervîn Buldan: Tecrîd parçeyek konsepta şer e 2017-10-18 09:17:13   Dîlan Babat \ Hîkmet Tunç   WAN - Ji Heyeta Îmraliyê, Pervîn Buldan diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, parçeyek konsepta şer a krîza ku hikûmet li ser gelê kurd dimeşîne ye û got divê bi taybet jin li dijî tecrîdê dakevin kolanan. Pervîn ev tişt got: “Jinên ku rojeva sereke ya  Abdullah Ocalan in, divê ew jî Abdullah Ocalan bikin rojeva xwe.”   Hevdîtina, malbat, parêzer û heyeta Îmraliyê ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ji 5’ê Nîsana 2016’an heta niha ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve tê astengkirin.  Du roj berê Konseya KCK’ê daxuyanî da û diyar kir ku ew ji rewş û ewlehiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi fikar in û li ser vê yekê li her derê fikar zêde bûn. Li Ewropayê çalakiyan dest pê kir.  Li Tirkiyeyê jî kampanyaya TJA’yê ya ‘Wê tecrîd wenda bike, azadî qezenç bike’ jî li her derê didome.    Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê û ji heyeta Îmraliyê Pervîn Buldanê diyar kir ku ji bo tecrîd rabe divê jin xwe bi rêxistin bikin û têkoşîn axwe bidomînin û got: “Di demek  ku herî zêde hewcedarî bi fikir û nêrînên Birêz Ocalan heye, divê jin xwedî li rêbertiya xwe derkevin.”   ‘Bertekên li dijî tecrîdê qels in’   Pervînê got rakirina tecrîda giran ji bo fêdeya gelên Tirkiyeyê ye û ev tişt daxuyand: “Ji bo tecrîd rabe bi taybet peywirek mezin dikeve ser milê jinan. Divê hikûmeta AKP’ê demildest tecrîdê rake û ev jî gelek girîng e. Îro kêm be jî bertek hene. Lê ev têr nake û  bo rakirina tecrîdê qels dimîne.”   ‘Bi taybet divê jin bi hestiyar bin’   Pervînê di berdewamiyê de daxuyakirin ku bi taybet divê jin di mijara tecrîdê de hestiyar tev bigerin û bi taybet Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan herî zêde jinan dike rojevê. Pervînê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xala sereke ya Abdullah Ocalan a di hevdîtinan de jin in. Ji bo vê divê jin ji bo azadiya Birêz Ocalan û şikandina tecrîdê xwedî li Abdullah Ocalan derkevin. Ez bawer dikim ku jin dikarin tecrîdê rakin. Ji ber vê bang li hemû jinan dikim ku divê hestiyar tev bigerin. Tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin. Divê jin bi awayekî rêxistinkirî dakevin qadan.   ‘Nahêlin fikrên Birêz Ocalan bigihêje gel’   Pervînê bi lêv kir ku bi tecrîdê re konsepta nû ya li ser Kurdan derketiye holê û wiha berdewam kir: “Piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê zext zêde bûn û bi vê yekê re hikûmeta AKP’ê konsepta nû xist jiyanê. Yek ji sedema herî mezin a tecrîdê, ji ber bandora Ocalan a li ser Kurdan e. Dewlet dizane bangek Ocalan ji bo Kurdan çiqas girîng e. Bangeke Ocalan wê krîz û şer jî biqedîne.  Ger tê xwestin krîz biqede divê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin. Çavkaniya pirsgirêkê tecrîd e.”