‘Li Kerkukê anîna li hemberî hev a gelan dê herêmê ber bi kaosê ve bibe’ 2017-10-18 09:13:14   Bengîsu Komurcu   STENBOL - Hevseroka SYKP’ê Tulay Hatîmoglullari dagirkirina Kerkukê ya ji aliyê artêşa Iraq û hêzên Heşdî şabî ve nirxand û wiha got: “Anîna lihemberî hev a kurd, ereb, tirkmenên li Kerkukê, dê herêmê ber bi kaosek mezin ve bibe.”   Artêşa Iraq û hêzên Heşdî Şabî li dijî Kerkukê tevgera dagirkirinê da destpêkirin. HPG û YJA Starê bi pêşmergeyan re şûnde vekişîn qebûl nekir û bi gel re xeta parastinê ava kirin û tevger çewisandin. Xeta parastinê ya hat avakirin, piştî ku asayîşa giştî ya hêzên PDK’ê avahî terk kirin û bi çekên xwe yên giran ji herêmê derketin, hat şikandin. Gel bertek nîşanê hêzên PDK’ê dan û ji bo bi xetereya komkujiyek heyî re neyên hember hev neçar man herêmê terk bikin. PDK’ê li gel Kerkukê, mewziyên Mexmûr û Şengalê jî ji Heşdî Şabî re hişt û herêm terk kir. Seroka Giştî ya Partiya Rizgariya Jinûve a Sosyalîst Tulay Hatîmogullari geşedanên li Kerkukê nirxand û got: “Xeta ku hewl da Musilê ji destê DAÎŞ’ê xilas bike îro bi DAÎŞ’ê re heman şaşiyê dike.”   ‘Ev pevçûn karê hêzên herêmê hêsan nake’   Tulayê da zanîn ku wê şerê li herêmê kûr bibe û ev tişt vegot: “Operasyona Kerkukê ya li Sûriyeyê tê temamkirin, dibe ku li Iraqê kûr bibe. Gelo sedema şerê li herêmê ne hêzên global yên li herêmê ne? Ev pevçûn karê hêzên herêmê hêsan nake. Berovajî zehmetir dike. Gelê Kurd êdî ji hebûnê wêdetir, mafê statuyê dixwaze. Rêveberiya Iraqê û welatên din nikarin mafên Kurdan piştgûh bikin.”   ‘Polîtîqayên demokratîk û aştiyane’   Tulayê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Ji bo ev lîstika hêzên global a li herêmê bê xerakirin divê welatên herêmê polîtîkayên demokratîk û aştiyane bişopînin. Ji ber şerê di navbera komên etnîk de gelek xwîn rijiya. Di alî aborî û siyasî de jî wenda kir. Ji bo vê bibînin divê hîna çend deh hezaran mirov bimirin? Divê çend mîlyon hîna koç bikin? Divê hîna çend jin rastî tecawizê bên û wek kole bên firotin?”   ‘Kaosek mezintir’   Tulayê anî ziman ku sedemeke din a operasyona li dijî Kerkukê ev e ku taktîka ku Îran şer ji sînorê xwe derbixe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev rewş jî ‘nêzîkatiya ewlekariyê ye’. Lê anîna li hemberî hev a gelên Kurd, Ereb, Tirkmen wê kaosa li welat kûrtir bike. Divê demildest dest ji vê şaşiyê berdin.”