'Her roj bi avakirina qereqolan dixwazin Geverê bê mirov bihêlin' 2017-10-15 09:02:09 Zeynep Turgut COLEMÊRG - Dewlet bi sewqîyetên leşkerî û avakirina qereqolan bajar û navçeyên Kurdîstanê werdigerîne, qereqolan. Piştî qedexeyan, li Geverê li her serê taxekê qereqolek hat avakirin û her roj jî ji bo gundên derdorê û navendê sewqîyatên leşkerî pêk tên. Hevseroka DBP a Geverê Oznûr Evîn da zanîn ku hêzên dewletê zirar didin gel. Sala 2015'an li gelek bajarên Kurdîstanê gelê kurd Xweseriya Demokratîk îlan kir. Piştî îlankirina Xweseriya Demokratîk dewleta tirk bi tanq û topên xwe bajar şewitandin û hilweşandin û her bajarên ku Xweseriya Demokratîk hatiye îlankirin qedexeya derketandina derve îlan kirin. Li hemberî tanq û topan gel berxwe da û ji aliyê hêzên dewletê bi hezaran mirov hatin qetilkirin. Yek ji van bajaran jî Navçeya Gever a Colemêrgê  bû. Piştî salekê şûnde hîna zext û êrîşên dewletê berdewam dikin. Taxên ku herî zêde hatine hilweşandin û şewitandin niha, li her tepeyekî qereqol hatine avakirin. Her wiha ji aliyê ketin û derketina Geverê  ji ber kontrolên lêgerînê  gel zehmetiyên mezin dikşîne.    'Bi qereqol û sewqîyatên leşkerî nikarin ewlehiyê ava bikin'   Der barê zext û êrîşên ser Geverê de Hevseroka DBP Oznûr Evîn axivî. Oznûrê diyar kir ku hikûmet dixwaze Geverê wergerîne qereqolan û wiha got:"Piştî qedexeyan taxên ku hatine hilweşandin û şewitandin li her tepeyên wan qereqol hatine avakirin. Her roj bi dehan qereqolan ava dikin. Ev jî polîtikayeke dewletê ye. Her roj bi dehan sewqîyatên leşkerî çêdibin. Ev ne ewlehî ye ev şerekî bîrozî ye. Dewlet bi qereqolan û sewqiyatan nikare ewlehiya gel bigire. Ev şerê derûnî ye. Bi van kirinan hêza xwe diqîrîne. Ji ber wisa difikire û dibêje min bi derfetên xwe navçeyek hilweşand û xera kir, wê demê ez dikarim li gorî berjewendiyên xwe yên şer jî bi rêve bibim. Ji dîrokê heta niha Gever bi berxwedana xwe hatiye nasîn. Mîna keleha berxwedanê tê zanîn. Gelê Geverê girêdayî çand, hûner û zimanê xwe ye. Ji ber ku li hemberî êrîşên pişaftinê parastinê dike, pergala dewletê vê yekê qebûl nake û bi bîrdozî û derûnî erîş dike."   'Hêzên ewlehî  ji ber hêza ku ji dewletê digirin pir rehet zirarê didin mirovan'   Oznûrê bi lêv kir ku dewlet bi şerê derûnî dixwaze navçeyekê bigire nav qontrola xwe û diyar kir ku ewlehîya dewletê tirsê diafirîne û wiha berdewam kir:"Heta niha dewletê her tim polîtiqaya tirsê û têkbirinê daye meşandin. Di dema qedexeyan û pevçûnan de jî xwestin gel koçber bikin, bajar û navçeyên welatparêzan wergerînin qereqolan. Di dema qedexeyan de jî bajar bê mirov hiştin. Niha jî heman polîtiqayê didin meşandin. Dixwazin bajarên kurdan wergerînin hêlîna qereqolan û bê mirov bihêlin.Niha ser gel tirseke mezin afirandine. Ewlehiya dewletê ji tirsê zêdetir tiştekî nade gel. Bandora OHAL'ê jî li ser heye. Dixwazin bi awayekî serbest her tiştekî bikin û dikin. Hêzên ewlehî pir rehet zirarê didin mirovan."   'Polîtikayên li dijî gel  emrê wan dirêj nîne'   Oznûrê bal kişand ser navendkirina Geverê û got ku navçeyeke şewitî dê çawa bibe navend û wiha pê de çû;"Gever tev hate şewitandin û hilweşandin. Niha jî behsa navedn û navçeyan dikin. Dixwazin Geverê bikin navend. Ev jî polîtikayeke dewletê ye. Divê baş bê zanîn ku bi navendkirina Geverê dewlet çi armanç dike. Gava ku Gever di fermîyatê de bû navend wî demî dewlet dikare her tiştekî bike. Dê sewqîyata leşkerî bi hezar caran zêdetir bibe.Ev polîtikayên dewletan nav û deng in. Ev polîtikayên mijûlkirinê. Hişê mirovan bi van polîtikayan mijûl dikin. Hêdî hedî dixwaze bi van polîtikayan krîza aborî jî di holê rake. Lê em wisa difikirin ku emrê van polîtikayan dirêj nîne."