Jin: Yên parlamenteriya Besîmeyê xistin wê hewceyê hiqûqa gel bin 2017-10-06 09:21:48   STENBOL - Jinan derbarê xistina parlamenteriya Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besîme Koncayê de axivîn û gotin: "Besîme Konca îradeya 6 mîlyonî ye. Em vê biryara ku hatiye dayîn nas nakin."   Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besîme Konca parlamenteriya wê hat xistin û bertekên li dijî vê yekê didomin. Endama Meclîsa Partiya SYKP'ê Feray Yilmaz Mertoglu diyar kir ku xistina parlamentiya Besîmeyê ne tesaduf e û wiha got: "Parlamenteriya çar parlamenterên jin hat xistin.  Ev tiştên tên jiyîn ji ber berxwedana jinan a li dijî pergala serdest ya mêr pêk tê. Hevala me ya parlamenter xebatek aktîf dimeşand. Vê pergala serderst a ku mêr bi rê ve dibe, ji têkoşîna jinê ditirsin.  Ligel hemû zextan wê têkoşîn bidome. Em jin vê biryarê nas nakin. Besîme parlamentera me ye.   'Wê hewcedarê hiqûqa gel bin'   Endama HDP MYK'ê Sevtap Akdagê jî diyar kir ku parlamenterên HDP'ê nûnerên gel in û ev tişt anî ziman: "Hiqûqa tu kesî ji hiqûqa gel ne bilindtir e.  Yên xwestin vê hiqûqê nas bikin, wê hewcedarê hiqûqa gel bin. Besîme parlamentera 6 mîlyonî ye. Parlamentera jinan e.   'Ev wisa derbas nabe'   Endama HDP MYK'ê Gulsum Agaoglu jî xistina parlamenteriya Besîmeyê wek êrîşa li dijî îradeya jinê nirxand û wiha pê de çû: "Nikarin îradeya gel tune bikin. Çawa meclîs hat vekirin ev biryar hat girtin. Ev jî dijminahiya li dijî jinê ye. Em ê berxwedana xwe bidomînin. Ev wisa derbas nabe. Wê jin desturê nedin."