Pêşnûmeya karê mehrê ya miftiyan şandin komîsyonê 2017-10-03 14:20:28     ENQERE - Li ser pêşnûmeya qanûnî ya karê mehrê ku dan miftiyan, dê îro li Komîsyona Karê Hûndir niqaş bê kirin.    Îro dê “Qanûna Xizmeta Nifûs û Pêşnûmeya Guhertina di hinek Qanûn de” ku rêxistinên jinan bertek nîşan dan, li Komîsyona Karê hûndir bê nîqaşkirin.   Hevdîtina pêşnûmeya ji 38 xalan pêk tê, saet 15.00'an de dest pê dike.   Di 1’ê Cotmehê de jin derketin kolanan û li dijî pêşnûmeya qanûnî çalakî lidarxistin û bertekên xwe nîşan dan. Duh jî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Gelan a Komarê (CHP) li baxçeyê meclisê hatin gel hev û daxuyanî dan çapemeniyê.