KCD: Divê îradeya gel ji bo berjewendiyan neyê bikaranîn 2017-09-28 13:47:06   AMED -  KCD'ê encama hilbijartina Komunan a Bakurê Sûriyeyê û derbarê Referandûma Serxwebûnê ya li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî da û encamên wan pîroz kirin.   Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo  hilbijartinên komunan ên li Bakurê Sûriyê û referandûma serxwebûnê ya Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê daxuyanek nivîskî da.    Daxuyaniya KCD’ê ya têkildarî çûyîna gel a ser sindoqan wiha ye:    “Li Rojava û Başûrê Kurdistanê di hefteya dawî de ewilî li Rojava û dawiyê jî li Başûr gel çûn ser sindoqan û vîna xwe danîn holê. Hilbijartinên Komunan ên li Rojava pêk hatin wê pêşengiya azadiya gelan bike. Ev hilbijartin ji bo gelên dinyayê jî bû mînakeke herî di cih de. Em ji rêveberên komunan ên bi vîna gel hatin hilbijartin re serkeftinê dixwazin.   Bi mehan e li Başûrê Kurdistanê referandûma serxwebûnê di rojevê de bû û ev pêvajo bi serkeftî bi encam bû. Li gorî daneyên fermî ji sedî 92.73 dengê 'Erê' derket û ev deng vîna gelê me nişan dide.   Kêmasiyên di pêvajoya biryargirtina referandûmê û heta pêk hat derketin holê divê ders jê bê derxistin. Her çiqasî di biryargirtina referandûmê de nêrînên partiyên siyasî, saziyên Başûr û her çar parçeyên Kurdistanê nehat girtin jî, vîna gelê Başûr a ku di çarçoveya hiqûqa gerdûnî ya navneteweyî dibêje ‘hemû gelên dinyayê dikarin çarenûsa xwe bi destê xwe diyar bike’ derketiye holê rewa ye û divê her kes rêzê nîşanî vê vînê bide.^   Divê were zanîn ku ev vîna gelê me ku derxistiye holê bi awayekî baş û rast bê dîtin û xwedî lê were derketin. Ev yek di serî de peywira hemû partiyên siyasî û saziyên kurdistanî û her kesî ye. Tu kes vê vîna gelê me li gorî berjewendiya xwe bi kar neyne û têxe zihmeta hemû Kurdistanê. Ev yek peywireke dîrokî li ser milê me hemûyan e. Rêya vê yekê jî bêyî ku dem derbas bibe Kongreya Neteweyî ya Kurd pêk bînin û bi serkeftina gelê me tacîdar bikin.   Em vê vîna ku gelê me yên Rojava û Başûr derxistine holê silav dikin û yên ku keda wan derbas bûne jî pîroz dikin.”