DEM Partî dê kampanyaya ‘Nan û Edalet’ bide destpêkirin 2024-07-05 15:14:01     ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar ku ew ê kampanyaya “Nan û Edaletê” bidin destpêkirin û got: “Ji bo kar, dahat, azadî, ked û xwêdana eniya xwe em bi hev re xwedî li kampanyayê derkevin.”    Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan ji bo nirxandina mijarên di rojevê de, li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da. Ayşegul ji ewil bertek nîşanî êrişên nîjadperest ên li dijî sûriyeyiyan da û got ku ev demek dirêj e hem îktîdar hem jî muxalefet propagandaya dijbertiya penaberan dike. Ayşegul, da zanîn ku sedema bûyerên li Tirkiyeyê û Sûriyeyê qewimîn îktîdara AKP-MHP’ê ye.    'Rastî nehatin ronîkirin’   Bi domdarî Ayşegul bal kişand ser Doza Komkujiya Garê û got ku mîna di Doza Kobanê de, di Doza Komkujiya Gara Enqereyê de jî ji bo DAIŞ’ê biryara beraetê hatiye dayîn. Ayşegul, diyar kir ku rastî nehatin ronîkirin, pênaseya sûc nehat kirin û hemû bepirsyar nehatin cezakirin.    'Bi milyonan kes mehkûmî xizanî û hejariyê hatine kirin’   Bi domdarî Ayşegul got ku ji ber polîtîkayên şer, welêt di nava krîzeke mezin a aboriyê de ye û ev tişt anî ziman: “Kar, debar, ked û pêşeroja me ji me hate dizîn. Bi milyonan kes mehkûmî xizanî û hejariyê hatine kirin. Pêşeroja gel jê didizin.” Ayşegul, da zanîn ku ji bo têkoşîna li dijî vê rewşê, ew ê têkoşîna xwe ya azadî, wekhevî, demokrasî û kedê bi kampanyaya “Nan û Edaletê” mezintir bikin. Ayşegul, bang li her kesî kir ku tev li kampanyaya wan bibin. Ayşegul, wiha domand: “Li dijî kesên çavberdane kar, debar, azadî, xwêdana eniya me û keda me, tev li kampanayaya me bibin.”    Wê bi kedkaran bên gel hev    Ayşegul, da zanîn ku dê starta kampanyaya “Nan û Edaletê” di 19’ê tîrmehê de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi “Mitînga Çandiniyê” bidin. Ayşegul, destnîşan kir ku dê di mehên tîrmeh û tebaxê de li Mêrsîn, Kocaelî, Îdir, Agirî, Antalya, Manîsa, Stenbol, Hatay, Îzmîr û gelek bajarên din bi kedkaran bên gel hev.    'Meseleya qeyûman ne tenê meseleya DEM Partiyê ye'   Ayşegul, di berdewamê de bal kişand ser “Meşa rêzgirtina ji îradeyê re” û got ku ew ji bo her kes rêzê ji îradeya gel re bigirin dimeşin. Ayşegul, gotina îktîdarê ya “Em ê rêzê ji bo encamên sindoqê bigirin” bi bîr xist û wiha pê de çû: “Lê dema mijar dibe kurd, çima rêz nayê girtin? Erdogan digot; ‘daraza me ne hiqûq, li gorî qanûnan qeyûm tayîn kir.’ Em careke din jê dipirsin, gelo pênaseya hiqûqa ji bo kurdan di meriyetê de çi ye? Ma tenê dema kurd dengê xwe didin AKP û partiyên pergalê dengên wan derbasdar in? Banga me ji bo hemû tirkiyeyiyên naxwazin vê şermê bijîn ev e; meseleya qeyûman ne tenê meseleya DEM Partiyê ye. Heke li dijî vê neheqiyê dengê xwe bikin dê êdî dawî li rejîma qeyûman bê anîn. Heta ku biryara tayînkirina qeyûm tê betalkirin jî dê têkoşîna me bidome. Colemêrg dê ji bo rejîma qeyûm bibe destpêkirina bidawîbûnê.”