Li Dûtax û Panosê peyama 'Em ê teqes bi ser kevin' 2024-03-30 13:26:30     AGIRÎ - Li navçeyên Dûtax û Panosê mitîngên hilbijartinê hatin lidarxistin û peyama xwedîderketina li vîn û dengan hat dayîn.   Bi tevlîbûna sedan kesan li Dutax û Panosa Agiriyê mîtîngên hilbijartinê hatin lidarxistin û peyama "Em ê teqes bi ser kevin" hat dayîn.    Panos   Li qada mitîngê ya li navçeya Panosa Agiriyê, mitînga fînalê ya hilbijartinê hat lidarxistin. Qada ku bi alên DEM Partiyê hat xemilandin, jin û ciwanan bi flamayên kesk, sor û zer di qadê de cihê xwe girtin. Di qadê de pankartên “Em ê teqez bi ser kevin”, “Rabe” û “Ji Dayikêş Şemiyê re silav” hatin bilindkirin. Li qadê dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Jin Jiyan Azadî” bilind bûn.   ‘Bi kurdan re şer nekin’   Di destpêkê de hûnermend Xecê bi stranên xwe derket ser dîkê. Piştre parlamenterê Agiriyê Sirri Sakik axaftina xwe kir. Sirri, anî ziman ku ji encamên hilbijartinên sibê re 24 saet maye û dê serkeftinê bi hevre pîroz bikin. Sirri, bi lêv kir ku li her derê coşekê mezin heye û xwedî derketinek mezin li Serhedê heye û wiha domand: “Hevşaredarên me Rojbîn û Kenan bi hev re dê şaredariyê rêve bibin û xizmeta gelê xwe bikin. Hevşaredarên me dê cudahiyê nekin navbera gelan û xizmeteke baş ji bo gelê xwe bikin. Qeyûm tayînê şaredariyên me hatin kirin, lê belê tayînê du şaredariyan nekirin. Bi zanebûn tayîn nekirin. 20 sal in AKP Agiriyê rêve dibe û tu tiştekê ji bo wê derê nekiriye. Lê em bi çentekeyekê hatin û bi çenteyekê ji vir derketin. Desthilatdariyê hemû deverê Kurdistanê kirine bin dorpêçê. Hemû derê leşker û polîsên wan hene. Gelê Panosê ma em ê ji vê derê temaşe bisekinin? Em diçin hilbijartinê an şer? Ger ku hûn bi çekan dora bajaran, Agiriyê û Panosê dorpêç kiribin ev ne hilbijartine. Ev xesp kirina gelan e. Em ê rê nedin wan kesan. Ev hilbijartin ne bi tenê hilbijartin e. Şerek û armancek me heye. Em azadî û aştiyê dixwazin.”   Mitînga Panosê bi gerandina govendê bi dawî bû.   Dûtax   Li qada mitîngê ya taxa Mûratê ya navçeya Dûtaxê jî mitînga dawiyê ya hilbijartinê hat lidarxistin. Parlamenterên DEM Partiyê Berdan Ozturk, Sirri Sakik, Heval Bozdag û bi sedan kes li qada mitîngê hatin licem hevdû. Welatiyên Dûtaxê di têketina navçeyê de partiyiyan pêşwazî kir û heta qadêbi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” meşiyan. Li qadê alên DEM Partiyê hatin rakirin û welatiyan bi flamayên kesk, sor û zer di qadê de cihê xwe girtin.   ‘Dema mijar dibe kurd demokrasiyê holê radikin’   Piştre parlamenter Berdan Ozturk axaftinê kir û got: “Bi gelên Tirkiyeyê ve demek dirêje re bi hev re dijîn. Pirsgirêka me bi gelên Tirkiyeyê re tûneye. Meseleya me li dijî kesên ku me înkar dikin, diziyê dikin û me tune dihesibînin e. Em ji vir bang gelên Tirkiyeyê dikin; 9 salên dawiyê binêrin. Kesên ku herî zêde behsa tirkan dikin binêrin. Ez zihniyet di serî de tirkan ji hemû gelên Tirkiyeyê re zirarê dide. Bi çeteyan re wêneyên wan hene. Piştre tên li ser tirki yê ders didin me. Vê jî li ser navê gelên Tirkiyeyê dikin. Divê tu kesek vê yekê qebûl neke. Pêwîste em hemû bertek nîşanê vê yekê bidin. Hemû di aliyê demokrasiyê de diaxivin, lê belê dema mijar kurd û Kurdistan ve demokrasiyê ji holê radikin.”   Mitîng, bi dirûşme û govendan bi dawî bû.