Ji bo mîtînga Wanê bang: Dem dema şandina qeyûman e! 2024-03-23 09:02:54   WAN - Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt, hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adarê de wê pêk bên nirxand û banga tevlibûna mîtînga di 29’ê Adarê de pêk tê kir û got: “Gelê me wê îradeya xwe di sindoqan de dane holê, qeyûman şûnde bişînin.”   Gelê Kurd bi tevlibûna sedhezaran kesî li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê agirê Newrozê pêxist û dengê xwe li dijî polîtîkayên zilm û zextê bilindkirin. Gelê Kurd niha jî xwe ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê amade dike. Partiya Wekhev û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) wê di 29’ê Adarê de li Parka Mûsa Anter mîtîngekê pêk bîne. Hevseroka DEM Partî ya Wanê Gulşen Kurt der barê xebatên hilbijartin û amadekariyên mîtîngê de axivî.   ‘Ev hilbijartin hilbijartina şûndegirtina destkeftiyane’   Gulşenê daxuyakirin ku ew di pêvajoyek girîng de ne û daxuyand ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her diçe giran dibe û wiha dirêjî daye: “Bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan dixwazin Gelê Kurd bê çewisandin. Li aliyê din li girtîgehan girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne û dayik jî li derve di Nobeta Edeletê de ne. Ev pêvajoyên girîng in. Em niha berbi hilbijartinên 31’ê Adarê ve diçin. Hilbijartin ji bo gelê me girîng e. Ev ne hilbijartineke ji rêzê ye. Ev hilbijartin hilbijartina şûndegirtina destkeftiyane. Em ê mafên xwe yên ku qeyûman xespkirine şûnde bigirin û hesab biprisin.”   ‘Baweriya me bi gelê me tam e’   Gulşenê bi lêv kir ku ji hilbijartinan re demek kurt maye û wiha domand: “Em li gund, navçe û taxan bi gel re civînan dikin. Em bi gelê xwe re tên gel hev. Em li ser çareseriyan nîqaşan bikin. Em gelê xwe guhdar dikin. Rexneyên wan digirin. Ji bilî vê komîsyona me ya hilbijêran bi tevger heye. Welatiyên me yên ji derveyê bajar ku derfetên wan tune bên, xwendekarên derfetên wan tunene bên, bi hevkariya komîsyonê wê ji bo 31’ê Adarê bên denga xwe bikar bînin. Ligel vê xebatên me bi plankirî didomin. bi taybet ji hilbijartinan re demek kurt maye û em bi gel re li her qadê tên gel hev. Em dizanin ku wê gelê me bi îradeya xwe şaredariyê bigirin û bi rêve bibin. Baweriya me bi gel ê me tam e.”   ‘Gelê me wê xwedî li îradeya xwe derkeve’   Gulşenê destnîşan kir ku ji bo parastina sindoqan û xwedîderketina dengan plansazî kirine û wiha dirêjî daye: “Pewyirdarên sindoqê diyar bûn. Muşahîd û qertên muşahîdan amade ne. Planên me bi rêk û pêk dimeşin. Heta niha em bi astengiyekê re nehatin rû hev.  Em tenê li bende hilbijartinan e.Ev hilbijartin ji bo me girînge. Em bang li gelê xwe, peywirdar û muşahîdan dikin. Di vê mijarê de hestiyar tevibgerin.”   ‘Meda Adarê bû meha têkoşîn û berxwedanê’   Gulşenê der barê meha Adarê de jî nirxandin kir û wiha domand: “Meha Adarê meha berxwedan û têkoşînê ye. 8’ê Adarê, Newroz û hilbijartin. Ji ber vê bû meha berxwedan û têkoşînê.  Me 8’ê Adarê bi coş pîroz kir. Me di 17’ê Adarê de jî bi coş Neroz pîroz kir. em niha diçin hibijartinan. Em hemû kesî di 29’ê Adarê de vexwendiyê Parka Mûsa Anter dikin.”