Namzeta Qamûşan: Em bi hev re bi rê ve bibin! 2024-03-16 09:32:19       QERS - Namzeta hevşaredariya Qamûşan a DEM Partiyê Serap Çelîk diyar kir ku di navenda projeyên wan de jin û ciwan hene û got bi îdiaya ‘em ê navçeyê bi hev re bi rê ve bibin’ talibên dengên şêniyên taxê ne.   Xebatên hilbijartinê yên 31’ê Adarê didomin û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku bi pêşengiya jinan xebatê dimeşîne eleqeyek mezin dibîne. DEM Partî bi dildaran xebatên hilbijartinê dimeşîne. Li navçeya Qamûşan a Qersê xebat bi coşeke mezin tên meşandin.    Namzeta hevşaredariya Qamûşan a DEM Partiyê Serap Çelîker der barê hilbijartinan û xebatên xwe de axivî.   Serap Çelîk kî ye?   Serap di 1995’an de hatiye dinê û ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Marmarayê mezûn bûye. Ev du sal in li Qamûşan parêzeriyê dike. Serap li navçeyê ku têkoşîna hiqûqî ya gelek şêniyan hilgirtiye, di dilan de jî cihê xwe çêkiriye. Serap ku niha ji DEM Partiyê namzet e da zanîn ku pirsgirêka herî girîng a navçeyê betalî ye û ciwan ji ber betaliyê koç dikin û got dema bê hilbijartin wê qadên îstîhdamê vebike.   Pirsgirêka mezin aborî ye   Serapê wiha berdewam kir: “Yek ji pisgirêka herî mezin a navçeyê betalî ye. Hedefa me ev e ku hilberîn bê kirin û hilberîn veguhere qezencê. Faliyetên turîzma zivistanê gelek zêde ye li navçeyê. Ev faliyet li sê mehan hatine belavkirin lê hedefa me ev e ku 12 mehan bê kirin. Jin û ciwan wê li navçeyê tevli mekanîzmayên biryarê bibin. Li herêma otelan wê navenda kongreyê bê çêkirin. Wê kampên havînê bên kirin. Wê tesîsên sporê bên çêkirin. Wê avahiyên dîrokî neyên texrîbkirin. Wê ji bo ciwanan qurs bên vekirin.Ji bo jin û navçeyan wê qad bên vekirin. Wê jin û ciwan tevli mekanîzmayên biryarê bibin. Bi taybet ji bo jinan projeyên me hene. Wê jin mahkumê malê nebin. Em ê qadên îstîhdamê ava bikin.”   ‘Gelê Qamûşan guherînê dixwazin’   Serapê wiha dawî lê anî: “Gelê Qamûşan guherînê dixwaze. Ev jî bi nûneriya wekhev û rêveberiya demokratîk pêkan e. Armanca me ne koltix in. Armanca me ev e ku em bajarê xwe bi gelê xwe re bi rê ve bibin. Em talibê dengên gelê Qamûşan in.”