Serra Bucak: Em dixwazin îradeya gel di şaredariyan de bibînin 2024-03-16 09:09:45       Şehrîban Aslan   AMED - Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê mezin a Amedê Serra Bucak got: “Amed ji bo min girîng e.  Ez li vir hînî zimanê xwe bûm û ya din jî ez roj bi roj bûm kirde û parçeyek têkoşîna jinê. Em ê bajarê xwe bi gelê xwe re bi rêve bibin.”   Li Kurdistanê di navbera 2016-2019’an de qeyûm tayînê bajarê Kurdistanê hatin kirin û yek ji van bajaran Amed bû. Kurd îsal di bin navê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) de diçin hilbijartinan. Namzetên hevşaredariyan yên DEM Partiyê bi şev û roj dixebitin. Namzeta hevşaredariyê ya bajarê mezin a Amedê ya Dem Partiyê Serra Bucak, der barê hilbijartinan de ji ajansa me re axivî.   Beriya darbeya 80’yî koç   Serra bi eslê xwe ji Sêwêregê ye û li Amedê hatiye dinê. Serrayê got beriya darbeya 1980’yî koçî Stenbolê kirine û zarokatî û ciwaniya wê li metropolan derbas bûye. Serrayê wiha got: “Salên 90’î de ji bo zanîngehê çûm Almanyayê. 10 salan li wir jiyam. Min li Bremenê Pisporiya Xizmetên Civakî xwend. Li zanîngeha Kolnê min lisans kir. Heta 2006’an li Almanyayê mam û piştre vegeriyam Amedê. Min di xebatên jin û zarokan de cih girt. Heta 2012’an di Mala Piştgiriya Perwerda Zarokan a Baglarê de mam. Di 2014’an de bûm encumena şaredariya bajarê mezin.   Di gelek qadan de xebat meşand   Serrayê wiha domand: “Li Sûrê di xebatên komeleyek zarokan de xebitîm. Di sazî û komeleyên hatin girtin bi dildarî xebitîm. Sê salan di dîplomasiya TJA’yê de xebitîm. Di 2022-2023’an de di xebatên partiya Çep a Kesk de xebitîm. Niha jî namzeta hevşaredariya Amedê me.”   ‘Me rastiya malbata Kurd jiya’   Serrayê daxuyakirin ku Sêwereg jî yek ji bajarên ku tevgera welatparêz lê derketiye holê û got wek hemû Kurdistanê li Sêweregê jî ew pêvajo hatiye jiyîn û malbata wê ji ber şertên ewlehiyê koçî Stenbolê kiriye.    Serrayê balkişand ser rewşa jinan, dayikan, malbatan a li Kurdistanê û wiha bi lêv kir: “ Ez gotinan dibihêzim, dibêjin namzeta Amedê li Ewropayê mezin bûye. Ev rexneyên ne xweşin bêguman. Ji ber neçariyê em koçber bûn. Wek her malbatê. Lê ev nayê wateya em ji axa xwe qût bûne. Berovajî vê ez vegeriyam axa xwe min bi salan li vir xizmet meşand.Min di qada zarokan de qada jinan de bi dildarî xebat meşand. Jin bi gelek newekheviyan re tên rû hev. Lê mafê jinan jî wek ya mêran li her qada jiyanê heye. Ev hişmendî mirovan dibe têkoşînê.”   ‘Ez bi saya dayikan fêrî zimanê xwe bûm’   Serrayê got du girîngiyên cuda yên Amedê ji bo wê hene û wiha bi lêv kir: “Ya ewil  ez li vir fêrî zimanê dayika xwe bûme. Ez zimanê xwe ji dayikan ji jinan fêr bûm. Ya din jî ez li vir roj bi roj bûm parçeyeke, kirdeyeke vê têkoşînê.”   ‘Hûn nikarin gel ji îradeya wan bêpar bihêlin’   Serrayê der barê tayînkirina qeyûman de ev nirxandin kir: “Bi qeyûman îradeya gel hat xespkirin. Gel vê baş dibîne. Qeyûm dijrewane. Îradeya gel hat xespkirin û qeyûm hatin tayînkirin. Bi hatina qeyûman re hemû destkeftî hatin tunekirin. Hemû sazî hatin girtin. Darbe li destkeftyên 8 salan xistin.Lê ew nikarin gel ji îradeya wan bêpar bihêlin. Em dixwazin bi gelê xwe re bimeşin.”   ‘Ez hemû kesî vedixwînim’   Serrayê dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Ji bo jin û ciwanan gelek projeyên me yên şênber hene. Em ê ciwanan nav lepên polîtîkayên şerê taybet de nehêlin. Hewce bi rêxistibûneke ciwanan a berfireh heye. em ê zemîna vê bi hev re ava bikin. Daxwaz û bendewariyên malbatan ji me zêde ye. Naxwazin zarokên wan bikevin nav lepê pergalê. Hewcedariya me ji her demê zêdetir bi ciwanan heye. Hewcedariya me bi fikr û nêrînên ciwanan heye. Bang li hemû gelê me dikim ku xwedî li sindoqan derkevin û 31’ê Adarê de bersiva herî xurt bidin zîhniyeta yekparêz.”