Jinên Dêrsîmê şaredariyek çawa dixwazin? 2024-03-16 09:08:06     Gulistan Gulmuş    DÊRSIM - Jinên Dêrsîmê diyar kirin ku qeyûmên hatine tayînkirin tu xizmet ji wan re nekirine û got ew dema nû de şaredariyeke ku wan guhdar dikin, nav gel de dixwazin.   Ji hilbijartinên 31’ê Adarê re demek kurt ma û partiyên siyasî xebatên xwe didomînin. Jinên Dêrsîmê der barê pirsgirêkên bajar de axivîn û diyar kirin ku piştî hilbijartinan hevşaredarên bên hilbijartin divê xizmetê ji gel re bikin û wiha got: “Divê dakevin nav gel, pirsgirêkan bibînin û çareser bikin.”   ‘Gelek kêmasiyên şaredariyê hene’   Husniye Gul Ekîncî ya ji bo xwendina zanîngehê hatiye Dêrsîmê wiha got: “Dema nû hatim tişta ewil min dît veguhestin bû. Pisgirêkên wê mezin in. Wesayît nîv saetê carê radibin. Lê divê 10-15 deqeyan carê rabin. Di vê mijarê de kêmasî hene. Pirsgirêkek din jî xizmet nayên kirin. Derdor pir qirêjin. Gelek kêmasiyên şaredariyê hene. Ev bajar bi xweza xwe tê zanîn lê em li vî bajarî xwezayê hîs nakin. Li bajar avahiyên li dijî erdhejê ne xurtin hene. Divê ev li ber çavan bê girtin. Li taxa Ataturk gelek avahiyên kevn hene. Li herêma Navend û Alî Baba kolan gelek xerabin. Xebatên rê tunene. Divê civînên ji gel re vekirî yên rêk û pêk bên kirin.”   ‘Ji bo jinan tiştekî nakin’   Hulya Aydogdu jî daxuyakirin ku li bajar jin gelek pirsgirêkan dijîn û wiha dirêjî daye: “Pirsgirêka herî mezin a Dêrsîmê betaliye. Ji ber betaliyê her kes koç dike. Nifûsa vir ji kesên temenê navîn ava dibe. Pisgirêkek din a mezin betaliya jinan e. Qadên îstîhdamê tunene. Ji bo jinan tu derfet tunene. Em di bin şert û mercên giran de dijîn. Xweza bajar texrîd dibe. Divê şaredarî û gel di vê mijarê de bi hev re tevbigerin. Xweza nayê parastin. Yên havînên tên vir, xwezayê texrîb dikin. Divê mijarê de tedbîr tunene. Divê em vî bajarî bi hev re rabikin.”   ‘Bila xwedî li Dêrsîmê derkevin’   Songul Yidirim jî ev titş anî ziman: “Li Dêrsîmê li ser navê şaredariyê tu xebat nayên kirin. Daxwazên me ji şaredariyên nû ev e. Tu pirsgirêk nayên çareserkirin. Dêrsîm bê nirx hatiye hiştin. Pêşketinek tuneye. Em dixwazin çanda me pêş bikeve, zarokên me bi zimanê xwe mezin bikin. Di vî alî de tu xebat tunene. Em dixwazin xwedî li Dêrsîmê bê derketin.”   Jina bi navê Perîhan S. jî  der barê ciwanên bajar de axivî û got ciwan ketine çirava tiryakê û got divêji bo xwendekarên zanîngehê yên li yurdan dimînin çareserî bê afirandin.    Jina bi navê Duygu Dînler jî diyar kir ku li bajar di qada kar de qad jinan re zêde nayê veqetandin û got hemû pirsgirêkên bajar bi yekbûna gel û şaredariyan dikare bê çareserkirin û divê ji bo jinan proje bên afirandin.