‘Rojeva hilbijartina herêmî wek rojeva şer hat nîqaşkirin’ 2024-02-02 09:03:33     Habîbe Eren   BURSA - Ji Komeleya Havle Rumeysa Çamdereli derbarê hilbijartinên herêmî de rojeva jinên oldar yên musliman ji jinên din cudatir nîne û got: “Stargeh, xwegîhandina mekanîzmayên edaletê, kreş, veguhestina bi ewle ev hemû rojevên me yên hevpar in.”   Ji hilbijartinên 31’ê Adarê yên herêmî re demek kurt ma û namzet hema hema hemû hatin aşkerakirin. Wek her tim dîsa hejmara namzetên mêr zêde ye. Bi israr jin nayên dîtin. Saziyên jinan her çi dibe bila bibe hewl didin ku bên dîtin. Yek ji van saziyan Komeleya Havle ye. Wek yekemîn ‘Komeleya Jinên Femînîst a Musliman’ di 2018’an de hat avakirin.    Ji Komeleya Havle Rumeysa Çamderelî beriya hilbijartinan, berdewariyên xwe ji perspektîfa xwe, têkoşîna xwe ya pêvajoya pêş de nirxand.   Rumeysayê got hilbijartinên herêmê wek komele bi sê rojevan girtine dest, berê li Stenbol, Konya û Wanê hatine gel hev û got: “Ev civîn berê hatibûn kirin lê di civînan de me mijara ku em çima tevli rojeva hilbijartinê nebûne hat nîqaşkirin. Gelek jinên di komeleyê de qadek siyasetî ya dengê xwe ji bo hilbijartinên herêmî bidin bihistin nafikirin. Nêrînek wisa heye; ez di partiyek siyasî de cihb igirin em ê zehmetiyan bikşînim’ heye. Ev di hemû partiyên siyasî de derbasdare. Hat gotin ku DEM Partî zêdetir li ser jin û ciwanan xebatan dimeşînin.  Dîsa gotin rojevên herî makro yên pêşiya wan hatine xitimandin tên axaftin.”   ‘Rojeva hilbijartinê wek ya şer hat nîqaşkirin’   Rumeysayê bi lêv kir ku her ku hilbijartin nêz dibin ev mijar zêdetir tê axaftin û wiha domand: “Dema me civîn pêk anî wê pêvajoyê muharebeyek navbera mêran de pêk dihat. Ji ber vê namzetên jin zêdetir performans nîşandan. Heta îro jinên oldar di nokteya xîtabê de ji ser hilbijartinên herêmî xwestiyek wan hebû. Em niha li ser hilbijartinên herêmî biaxivin rojeva jinên oldar musliman ji ya jinên din ne cudaretire. Stargeh, xwegîhandina mekanîzmayên edaletê, kreş, veguhestina bi ewle ev hemû rojevên me yên hevparin. Yek ji mijarên din bikaranîna mizgeftane. Şaredarî ji bo mizgeftan kêm xizmetê dikin. Divê mizgeft wek qadên cemawerî bikaranina wan bê başkirin.”   ‘Jinan hewcedarê alîkariyên civakî dikin’   Rumeysayê destnîşan kir ku ligel van hemûyan pergalek li ser alîkariya civakî hatiye avakirin û wiha daxuyand: “Hewcedariya jinan bi îstîhdamê, tevlibûna jiyana rojane heye. Mijara kreşe hewcedariya herî mezine. Jinên hewcedariya wan bi vê heye. Ez behsa birîna alîkariyên civakî nakim. Lê gelek alîkarî ‘alîkariya malbatî ne’. Ev alîkarî raste rast ji jinan re hatine vekirin. Jinan girêdayê alîkariyên civakî dikin. Ev bûye wek strateji.”   ‘Xizanî gihiştiye astek din’   Rumeysayê wiha domand: “Xizanî gihiştiye astek din. Malbatên ku nikarin xwarinê biçin çenteyên zarokên xwe hene. Em behsa xizaniyek zehmet dikin. Hewce bi mekanîzmayên ku jin dikarin xwe bigihînê heye. Der barê girtinên kar de gelek pirsgirêk hene. Bi taybet di karên bi sîgorte de xebitandina jinan dibe pirsgirêk. Jin di karên sîgorteyî de bixebitin nikarin ji alîkariyên civakî fêdeyê bigirin. Heta dest ji mêran berdin nikarin nefeq û piştgiriyê jî bigirin. Ji ber vê pirsgirêk tên jiyîn.”   Rumeysayê daxuyakirin ku şaredarî di mijara têkoşîna li dijî tundiyê de qels dimînin û got di asta polîtîkayê de divê zêdetir tişt bên kirin. Rumeysayê wiha vegot: “Hêvîdarim hilbijartinên herêmî bibe wesîleya ku destkeftiyên me winda nebin, namzetên bên hilbijartin, jin bikaribin bixebitin. Lê mixabin ev hilbijartin bê kelecan û bê enerjiye. Namzetên mêr zêdene. Lê qe nebe em aliyên xwe bigirin û têkoşîna xwe ji cihê maye bidomînin. Tevgera jinan di rewşên herî zehmet de hêz winda nekirin. Her tim hilberand û bû bersiv, têkoşîn da. Wek komele stratejiya me ev eku em femînîzmê li herêmî bicih bikin.”