Feleknas Uca mijara şîdeta li hemberî rojnamegeran bir rojeva Meclisê 2022-08-09 14:30:03     ENQERE - Derbarê binpêkirinên mafên rojnamegerên jin de parlamentera HDP’ê Feleknas Uca pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclîsê.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Uca têkildarî binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin, bi daxwaza ku Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay bibersivîne pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisê.    Sedema pêşnûmepirsê wiha hat vegotin:    “Li gorî rapora Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) ya sala 2022’yan; 161 binpêkirin hatine kirin. Di raporê de tê gotin ku 18 rojnameger di dema şopandina nûçeyê de rastî êrişa fîzîkî ya polîsan hatine û li ser medyaya dijîtal jî rastî heqaret û tacîza devkî hatine.    Li gorî raporê;    * 14 rojnameger rastî tundiyê hatin,    * 6 rojnameger dema peywira xwe dikirin gef lê hatin xwarin,    * Bi ser mala 10 rojnamegeran de hate girtin,    * 26 rojnameger hatin binçavkirin,   * Rojnamegerek jî hate tacîzkirin,    * 31 rojnameger dema li qadê nûçe dişopandin hatin astengkirin,    * Mafê rêwîtiyê yê rojnamegerekê jî hate astengkirin,    * 6 rojnameger bi sedema xebatên rojnamegeriyê hatin girtin,   *  Bi darê zorê zexta sîxûrtiyê li rojnamegerekê hate kirin,    * Rojnamegerek jî bi sedema ku zarok bû ye ji kar hat avêtin,    * Zext û sansûra li dijî rojnamegeran roj bi roj zêdetir dibe.   Rojnamegerên jin li qadê hîn bêhtir bi van zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Parlamenter Feleknas Uca xwest Fuat Oktay van pirsên wê bibersivîne:    * Ji bo pêşîlêgirtina tundiya psîkolojîk û fîzîkî ya li dijî rojnamegerên jin, ji bo pêşîlêgirtina binpêkirina mafên wan ên rêwîtî û şopandina nûçeyan, gelo xebateke we ya verastkirina qanûnî heye yan na?    * Hûn derxistina ji kar a bi sedema anîna zarokan a rojnamegerên jin çawa dinirxînin? Ji bo pêşîlêgirtina vê hûn xebatên çawa dikin?    * Heta niha we derheqê çend kesên li ser medyaya civakî heqaret û gefan li rojnamegerên dikin kar û barên edlî daye destpêkirin?    * Çend rojnameger di girtîgehê de ne? Ji van rojnamegeran çend jê jin in?    * Hem li DMME’yê û hem jî di Dadgeha Makeqanûnê de derheqê binçavkirin û girtina rojnamegeran de gelek biryarên binpêkirinê hene. Gelo mebesta ji domandina van binpêkirinan çi ye? Gelo ji bo pêşîlêgirtina vê rewşê dê verastkirinek were kirin an na?”