'HDP dê têkoşînê hîn mezintir bike' 2022-07-09 09:01:46   Marta somek   STENBOL - Endama Meclîsa Partiya HDP’ê Semîha Şahîn da zanîn ku carek din di kongreyê de derketiye holê ku HDP pira navbera gelane û divê gel zêdetir bi hev re têbikoşin.    5’emîn Kongreya Mezin a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 3’yê Tîrmehê de bi tevlibûna hezaran kesî li Salona Sporê ya Enqereyê pêk hat. Di kongreyê de gelek peyam hatin dayîn û hat gotin ku yekem çareserî HDP ye. Ji her çar alî Tirkiyeyê û Rojhilat û Ewropa gelek kesî di kongreyê de cihê xwe girtin.  Di kongreyê de Tifaqa Demokrasiyê mohra xwe li kongreyê da û peyamên gelek girîng hatin dayîn.   Endamên Meclîsa Partiyê û Lijneya Dîsîplîn, Lijneya Şêwirmendî û Lijneya Lihevkirinê hatin diyarkirin. Semîha Şahîn ji bo Meclîsa Partiyê ya dema nû hat hilbijartin. Semîhayê der barê kongreyê de nêrînên xwe anîn ziman.   Partiya ku dengê gelan tîne gel hev   Semîhayê da zanî ku bi dehezaran kes tevli kongreyê bûne û got: “Ji 2015’an şûnde faşîzma AKP-MHP’ê ji bo HDP’ê krîmînalîze bike, tecrîdê bike dewrê û siyaseta demokratîk tasfiye bike serî li her rêbazê dide. Di 10’emîn sala HDP’ê de di kongreya 5’an de peyamên girîng hatin dayîn. Desthilatdariyê hewl da HDP’ê tune bike. Lê ji roja hatiye avakirin HDP bûye partiya bindestan.”   Mohra xwe li kongreyê da   Semîhayê da zanîn ku di pêvaja ku doza kobanê, doza girtina HDP’ê, binçavkirina 40 rêveberên li Edenê, xistina parlamenteriya 13 parlamenterî, binçavkirina hezaran kesî de kongre pêk hatiye û got di kongreyê de peyama ‘HDP hêviya li ser piyane’ hatiye dayîn. Semîhayê wiha dirêjî dayê: “Di kongreyê de hem peyama li dijî faşîzmê hatiye dayîn û hem jî ji bo aliyên civakî û dostên kurdan peyam hatine dayîn. Her wiha mijara din ya di kongreyê de derket holê Tifaqa Demokrasiyê bû. Tifaqa demokrasiyê mohra xwe li kongreyê da. Bi dehezaran kesên ligel aştî, wekhevî û demokrasiyê di kongreyê de cihên xwe girtin. Ji malbata Metîn Lokumcu heta maltaba Şenyaşar, têkoşîna malbatan li kongreyê hat dîtin. Bi vê me dît ku HDP partiyek sîwanê ya ku berxwedêr lê kom bûne ye.”   Berxwedana herî mezin a li dijî faşîzmê…   Semîhayê destnîşan kir ku coşa kongreyê qet neketiye û wiha bi lêv kir: “Feraseta ku HDP’ê tenê dadixîne siyaseta sindoq û Enqereyê xwe dixapînin. Ev jî nîşan dide ku rastiya HDP’ê baş nayê xwendin.  Kongreya HDP’ê peyamek pir zelal da. HDP bi berxwedana gel hatiye avakirin, partiyeke ku bi bedelên hevpar yên gelan ava bûye ye. Ne tenê partiya sindoq, hilbijartin û siyasetê ye.  HDP li dijî bindestiya gelan barîkata berxwedana herî mezin e. Banga Tifaqa Demokrasiyê jî banga meşa di xeta têkoşîna hevpar bi HDP’ê re tê kirinê ye. Hewl didin dengê muxalîfan bidin sekinandin. HDP bêdeng be wê hemû muxalîf bên bêdengkirin.”   Peyama mezinkirina têkoşînê   Semîhayê dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku wê dema pêş de ew jî di Meclîsa Partiyê de xebatan bimeşîne û wiha dawî lê anî: “Hêza herî mezin jî gelê ku biryar û coşa xwe tevli kongreyê kirin bû. Kongra HDP’ê di heman demê de kongra xwerexnedayînê jî bû. Kongreya me di vî alî de peyama mezinkirina têkoşînê daye.”