MHP'yiyê ku li zarokekî êrîşa zayendî kir birin rojeva melisê 2022-06-20 14:54:16     ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, derbarê Serokê MHP'ê yê Amedê Cîhan Kayaalp ê ku  ji ber li zarokekî êrîşa zayendî kiribû hat girtin, ji Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanik, pirsa derbarê kesên  li cihê êrîşê bûn de jî lêpirsîn hatiye vekirin an nehatiye vekirin kir.   Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, derbarê Serokê MHP'ê yê Amedê Cîhan Kayaalp ku ji ber êrîşa zayendî li zarokekî kiribû hat girtin de, ji bo ku Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanik bi bersivîne pêşnûme pirs da Serokatiya Meclisa Enqerê.   'Êrîş 4 mehan hatiye berdewamkirin'   Di pêşnûmeya ku tê de hat bibîrxistin piştî ku MHP'ê di 16'ê Hezîranê de serokatiya xwe ya Bajarê Amedê fesih kiriye Serokê Bajêr Cîhna Kayaalp ji ber êrîşa zayendî li zarokê kiriye hatiye girtin hat bibîrxisitn de wiha hat gotin, "Li gorî nûçeyên di çapemeniyê de cih girtin, hat diyarkirin ku sûcê êrîşa zayendî li cihê ku ciwanên MHP'yî diçûnê û Odeya Makamê Cîhan Kayaalp jî lê bûye hat îdakirin ku 4 mehan li zarokê êrîşîa zayendî hatiye kirin, zarokê tişta hatiye serê wê ji malbata xwe û ji mudurê dibistana ku li dixwend re jî gotiye. Piştî ku mudurê dibistanê ji bûyerê haye dibe ji makamên edlî re bûyerê radigihîne."   Ayşe xwest ku wezîr Derya van pirsan bibersivîne:    "Agahiya wezareta we jê heye ku Serokê MHP'ê yê Amedê 4 mehan li zarokê 16 salî êrîşa zayendî kiriye?   *Di vî derbarî de tu giliyekî ku ji wezareta we re hatiye ragihandin heye? Ger ku heye kengî ji we re hatiye ragihandin?   *Cihê ku bûyer lê pêk hatiye û tê gotin ku Odeya Makamê Cîhan Kayaalp jî lê ye kî der e?   *Derbarê mijarê de ji aliyê we ve tu lêpirsîn hatiye destpêkirin an na?     *Li cihê ku êrîş pêk hatiye kesên li wêderê bûne jî tevli lêpirsînê hatine kirin an na?   *Wezareta we ji bo zarokê ku êrîş lê hatiye kirin ku biparêze tu tişt kiriye an na?     *Di 5 salên dawîn de li çend zarokan êrîşa zayendî hatiye kirin û çend kesên ku ev sûc kirine hatine darizandin.?