Ebrû Gunay encamnameya Konferansa HDP'ê eşkera kir 2022-06-08 15:18:06     ENQERE - Encamnameya Konfernasa HDP'ê ji hêla berdevka HDP'ê Ebrû Gunay ve hat eşkerakirin û wiha hat gotin: "Rêzdar Abdullah Ocalan 23 sal in di bin tecrîdeke giran de ye û dîlgirtina Abdullah Ocalan li hemberî çareseriya demokratîk û aştiyane ya doza kurdan astengiya herî mezin e. Ji bo çareseriyeke li ser esasê diyalog û muzakereyê divê deriyên Îmraliyê were vekirin."   Berdevka Partiya Demokratîk a Gean (HDP) Ebrû Gunay li navenda giştî ya HDP’ê encamnameya konferansa 4’emîn a HDP’ê eşkere kir.   Axaftina Ebrûyê wiha ye:    "Îro li Amedê xebatkar û rojnamegerên çapemeniya azad hatin binçavkirin. Em vê êrişê şermezar dikin. Desthilatdariya AKP’ê her ku piştgiriya wê ya civakî kêm dibe, êrişî mûxalifan, partiya me û kedkarên çapemeniyê dike. Em destgîrkirina rojnamegeran şermezar dikin û diyar dikin em bi kedkarên çapemeniya azad re ne.   Me li 7 herêman bi tevlêbûna pêkhateyên xwe li bajaran civîn çêkir. Piştî konferansên me yên jinan û tevlihev me bi dirûşma ‘Berxwedana mezin û meşa mezin’ di 6-7’ê hezîranê de bi beşdariya 600 delegeyan li Enqereyê Konferansa Xwe ya 4’emîn li dar xist.   Di konferansa xwe de em li ser mezinkirina tifaqa demokrasiyê, avakirina komara demokratîk, bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê û binpêkirinên mafên mirovan a li girtîgehan di serî de me li ser krîza ekonomîk, talana ekolojîk, çandinî, rêveberiyên herêmî, ciwan, berasteng, penaber, zarok, kal û pîran biryar stend. Me biryarên Konferansa Jinan a 4’emîn jî qebûl kir.   Destkeftiyên ku kurdan bi pêşengiya jinan li Rojava bi dest xistine, hêzên global û herêmî aciz dike, mudaxeleyên emperyal ên li Rojhilata Navîn jî bi piştgiriya PDK’ê û desthilatdariya AKP û MHP’ê didome. hêzên goval û hevkarên wan ên herêmî hewl didin li gelek derên Rojhilata Navîn şîddetê belav bikin û bibin sedem ku bi milyonan kes ji warên xwe bibin.   Di konferansa xwe ya 4’emîn de me careke din îradeya xwe ya mezinkirina têkoşînê eşkere kir. Em li ser biryara xwe ne ku bi yekîtiya têkoşîna hevpar a bindestan em ê Komara Demokratîk ava bikin. Vê rejîma ku hebûna nasname, çand, ziman û baweriyên cihê înkar dike, dema wan qediyaye.   Konferansa me  biryar daye ku têkoşîn û hevgirtina hevpar xurttir bike û banga têkoşîna yekgirtî ya ji bo avakirina dahatûya wekhev, azad û demokratîk dike.   Rêya ku mirov karibe Tirkiyeyê ji hilweşandina mezin a ku bi destê desthilatdariya AKP û MHP’ê tê kirin rizgar bike û çareseriyên mayînde ji pirsgirêkên sereke re bibîne, tifaqa demokrasiyê ye. Konferansa me avakirina demokrasiya xurt a ji bo pêkanîna pergaleke demokratîk û azadîxwaz daye ber xwe.   Desthilatdariya AKP û MHP’ê, bi erêkirina NATO û hêzên navneteweyî û bi piştgiriya PDK’ê li hemberî Başûrê Kurdistanê operasyonên dersînor dike û ji bo korîdorên enerjiyê ava bike û avadaniya demografîk a herêmê biguherîne, nîşan dide ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Em vê polîtîkaya qirêj red dikin û nalet dikin. Li hemberî şer û dagirkeriyê, em aştiyê diparêzin û em ê tifaqa aştiyê mezin bikin.   Doza kurdan li ser esasê diyalog û muzakereyê zemîna meclîsa Tirk jî tê de, divê tevî hemû mûxataban bi awayekî demokratîk were çareserkirin. Berevajî wê ne Tirkiye demokratîk bibe û ne jî wê aramiya civakî pêk were. HDP her dem amade ye ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a doza kurdan berpirsyariya xwe bi cih bîne.   Rêzdar Abdullah Ocalan 23 sal in di bin tecrîdeke giran de ye û dîlgirtina Abdullah Ocalan li hemberî çareseriya demokratîk û aştiyane ya doza kurdan astengiya herî mezin e. Bi tecrîdê re mafê aştî û hêviyê yê gelên Tirkiyeyê jî tê desteserkirin. Divê guh bidin bangên aştiyê yên ji Îmraliyê tê. Ji bo çareseriyeke li ser esasê diyalog û muzakereyê divê deriyên Îmraliyê were vekirin û şertên jiyana azad a Abdullah Ocalan were pêkanîn.   Li hemberî qetilkirina jinan, tacîz, tecawiz, îstîsmarkirina zarokan û desteserkirina keda jinê, em ê hevgirtin û têkoşîna jinan geş bikin. Em dev ji hevserokatiyê, temsîliyeta wekhev û Peymana Stenbolê bernadin.   Em bi coş, biryardarî û hêviya ku di konferansa me ya 4’emîn der derketiye holê ber bi Kongreya Asayî ya 5’emîn dimeşin. HDP xwedî wê îddîayê ku dikare hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bike û bibe hêviya galn. Em bang li hemû kesan dikin ên dixwazin hêvî û têkoşînê geş bikin ku tevlî meş û berxwedana me ya mezin bibin.”