PDK û YNK li hev civiyan 2022-05-25 14:49:45   NAVENDA NÛÇEYNA - PDK û YNK’ê  biryar dan ji bo guftûgoya li ser proseya hilbijartina bê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê lijneyek hevbeş  pêk bînin.   Şandeya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Bafil Talebanî û şandeya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Cîgirê Serokê Giştî yê PDK’ê û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li baregeha Serokatiya Herêma Kurdistanê civiyan.   Piştî hevdîtina şandeyên polîtburoyên Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) herdu partiyan daxuyaniyek hevbeş dan. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di civîna di navbera herdu aliyan a li Serokatiya Herêma Kurdistanê de, peywendiyên herdu aliyan, rewşa niha ya Iraqê, Herêma Kurdistanê, zemînê hevkariya hevbeş û karê bi hev re hate nîqaşkirin.   Me biryar da civînên me yên hevbeş ên polîtburoyê yên di navbera me de weke prensîbên karên bihevre berdewam bikin û lijneyek hevbeş a ji herdu aliyan ji bo guftûgokirina li ser proseyua hijbijartina bê ya Parlementoya Herêma Kurdistanê pêk bînin.”