Hevberdevka HDK’ê: Çareserî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ye 2022-05-15 09:05:10   Marta Somek   STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr da zanîn ku Tirkiye ji berê de ye Kurdan li hember xwe wek tehdîd dibîne û wiha vegot: “Riya çareseriyê bi hevdîtina Birêz Ocalan pêkan e. Divê pêvajoya muzakereyê ji nû ve bê destpêkirin. Me dît ku bi polîtîkayên tunekirina Kurdan çareserî pêk nayê.”   Bi hevkariya AKP-MHP û PDK’ê êrîşên li hember Zap, Metîna û Avaşîn didomin. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr polîtîkayên şer yên desthilatdariyê ji ajansa me re nirxand.   ‘Tirkiyeyê serkeftina dipa bidest nexist’   Esengulê da zanîn ku di salên borî de jî bi dehan carî bi navê operasyonên dersînor êrîş û operasyon pêk hatine û got: “Ev êrîşên Tirkiyeyê ji berê de li hember Kurdan didomin. Ev nêzîkatiyeke îdeolojîk e. Ji bo destkeftiyên Kurdan tune bikin ev polîtîka êrîşê tê meşandin. Tirkiye ku her tim di bendewariyê de bû bi ser neket. Armanca wan ev bû pêşî li jiyaneke nû bê girtin. Tirkiyeya ku tu car bi ser neket her sal bi mizgniyek nû pêvajoyê dide destpêkirin.”   ‘Her tim kurdan tehdîd dît’   Esengulê got ev rewşa desthilatdariyê ji ber neçareserya li hember krîza aborî û polîtîk pêk tê û wiha daxuyand: “Ji bo balê bikşîne ser wir ji ber bersiva pirsên hundir nade van pirsgirêkan taloq dike. ya girîngeve ku hewl dide pêşî li avabûna jiyaneke nû bigire.Tirkiye ji berê de Kurdan li hember xwe wek tehdîd dibîne. Piranî dewletên herêmê bi Tirkiyeyê re di heman fikrî de ne. Lİ hember êrîşan bêdeng dimînin. Em dikarin ji bo Îran, Suriye, Iraqê jî heman tiştî bêjin. Bi piştgiriya hêzên navneteweyî van êrîşan dikin.”   ‘PDK her cureyê piştgiriyê dide’   Esengulê balkişand ser rola PDK’ê jî û ev tişt anî ziman: “Êrîşan zêde dikin. Erdogan bi daxwaza serkeftinê vê dike. Êrîş piralî û tund tên meşandin û ji bo encamek bi lez bigirin wisa dikin. Desthilatdarî dizane ku dema şer dirêj bimeşe hêza wan ya aborî tune bi lez û beş dimeşîne. Tirkiye ji hêzên herêmê piştgiriyê digire. Bi piştgiriya PDK’ê dest bi êrîşan kir. PDK her cureyê piştgiriya lojîstîk dide wan û qad jê re vekiriye.”   Tecrîda polîtîkayê 23 sale didome   Esengulê bi lêv kir ku polîtîka tecrîdê jî 23 sale didome û di vê mijarê de jî ev nirxandin kir: “Serokê gelekî di bin tecrîdê de digirin û hewl didin hemû têkiliyan ji gel qût bikin û wisa jî berxwedanê bişkînin. Lê êdî gelê Kurd tenê li erdnîgariyekê têkoşînê nameşîne. Erdnîgariya Kurd, erdnîgariyeke ku berjwendiyên hemû cîhanê li ser heye ye. Kurd di dîrokê de her tim li ser erdnîgariya xwe bûne û ev jî ji bo hêzên navneteweyî dibe rîsk.”   'Daxwaza kurdan aştî ye'   Esengulê wiha dirêjî da axaftina xwe: “20 sale ji bo îrada Gelê Kurd bişkînin tecrîd pêk tê. Yekane daxwaza Kurdan aştiye. Armanca esas a têkoşîna bi salane tê meşandinê ev e. Lê li aliyê din jî hewl didin xwe biparêzin û ji bo vê jî têdikin.”   ‘Riya çarseriyê hevdîtina bi Ocalan re ye’   Esengulê destnîşan kir ku hem gelê Kurd hem di siyasetê de hem jî têkoşîna dîplomatîk dimeşîne û wiha dawî lê anî: “Ev têkoşîn bi sînorên Kurdistan an jî Rojhilata Navîn sînor nemaye. Hun çiqas Kurdan bigirin hember xwe çiqas Birêz Ocalan di bin tecrîdê de bihêlin jî têkoşîna mafdar a gelê Kurd li hemû cîhanê belav bûye. Pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka Tirkiyeyê an jî Rojhilata Navîne. Bûye pirsgirêka cîhanê. Riya çareseriyê jî rakirina tecrîdê, destpêkirina muzakeyeran û hevdîtina Birêz Abdullah Ocalan re ye.  Me gelek caran dît ku bi polîtîkayên tunekirina Kurdan çareserî ne pêkane. Divê her kes li dijî vî şerî û êrîşan dengê xwe bilind bikin. Divê ji Tirkiyeyê deng bilind bibe.”