Dîlan Dîrayet Taşdemîr: Em ê li dijî faşîzmê bi ser kevin 2022-05-13 13:32:52   WAN - Parlamentera HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemîr, di Konferansa Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Serhedê de axivî, diyar kir ku destkeftiyên sed salî ji hêla AKP-KDP'ê ve hedef hatine girtin û got: "Em ê li dijî polîtîkayên faşîzane careke din bi biryarî têbikoşîn."   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Konferansa Meclîsa Jinan a Herêma Serhedê li dar xist. Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD), Komeleya Jinan a STAR, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER),  Atolyeya Çanda Hunerê ya Aryen, Komeleya Lêkolîna Koçberiyê ya Serhedê, parlamenterên HDP'ê yên herêmê û şaredarên ku qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin tevlî konferansê bûn. Li salonê pankartên “Em di azadî yê bi israr û di têkoşînê de bi biryar” hat daliqandin. Konferans, li salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê tê lidarxistin.    Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ku piştî hilbijartina dîwanê axivî, Endama Koma Aştiyê Aysel Dogan a beriya du rojan jiyana xwe ji dest da û Leyla Qasim a beriya 48 salan ji aliyê rejîma Saddam Huseyîn ve hate daliqandin bi bîr anî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Têkoşîna jinên kurd di cîhanê de weke şoreşekê di dîrokê de cih girt. Ez di kesayeta pêşengên têkoşîna me Aysel, Sakîne û Leyla de hemû jinan bi rêzdarî silav dikim.   Jinên Kurd 40-50 sal in xwe bi rêxistin dikin û têdikoşin. Şoreşa Rojava ya ku îro di pêşengiya jinan de derketiye holê mînaka herî mezin e. Em şopdarên vê jiyanê ne. Ne tenê li Tirkiye û Kurdistanê, li hemû cîhanê jin bi êrişên zîhniyeta serdest a mêr re rû bi rû ne. Jin li Şengalê rastî êrişên zîhniyeta DAIŞ’ê hatin. Êrişên li ser jinên Şengalî îro jî dewam dikin.   Jin bi polîtîkayên mêtîngeriyê dibin hedef. Êrîşên desthilatdariyê yên li dijî partiya me, bi taybetî jî rêxistina me ya jinan, li her qadê berdewam dikin. Di encama van êrîşan de îro bi sedan hevalên me yên jin di girtîgehan de ne. Lê belê rêhevalên me yên jin weke li her qadê li dijî polîtîkayên faşîst ên desthilatdariya AKP û MHP'ê vê zîhniyetê li salonên dadgehê diceribînin.   Li dijî van polîtîkayên tecrîd û zextê û zîhniyeta wan a qedexekirinê ku bi taybetî li ser jinan tê meşandin, em ê her jinekê vexwînin têkoşînê, bi bilindkirina hevgirtinê û di têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî de cihê xwe bigirin. Em îro di encama têkoşîna xwe ya birêxistinkirî de konferansa xwe ya herêmê bi sedan delege pêk tînin. Li dijî faşîzmê em li vir dibêjin; Li malê, li kolanan, li ser kar, li Meclîsê, weke jin çi bikin bila bikin em ê bi ruhê berxwedanê têkoşîna xwe ya li dijî zîhniyeta we bidomînin."   Em ê li her qadê bi têkoşîna jinê li dijî van êrişan li ber xwe bidin. Di rûniştina xwe ya duyemîn de em ê helwesta xwe ya rêxistinî û pirsgirêkên navxweyî binirxînin û li dijî polîtîkayên faşîst ên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku li tevahiya welat dimeşîne em ê careke din bi biryarekê werin û em ê bi vî rengî têkoşîna xwe bidomînin."   Piştî axaftina Dîlanê civîn ji çapemeniyê girtî dom kir.