Ebru Gunay bangî siyasetmedar û civaka sivîl kir: Sekna xwe nîşan bidin 2022-05-12 13:03:10   ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, diyar kir ku ger Hikûmeta Herêma Federe a Kurdistanê piştgiriyê bide qirkirina kurdan wê dîrok vê xirabiyê qet efû neke û got, "Em careke din bang li gelê kurd, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl  û ronakbîran dikin;Werin dengê xwe bilind bikin û sekna xwe nîşan bidin.   Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Ebru Gunay, di civîna çapemeniyê ya ku li Avahiya Partiya xwe a Giştî pêk anî de pêşketinên di rojevê de nirxandin.   Leyla Qasim hat bîranîn   EbruGunay, bi bîr anîna Leyla Qasim a beriya 48 salan di 12’ê Gulana 1974’an de tevî 4 hevalên xwe ji ber têkoşîna xwe ya li dijî rejîma Iraqê hate darvekirin, dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Leyla Qasim û rêhevalên wê ji kesên ku li ser vê axê li dijî her cure zilmê li ber xwe didin û di vê oxirê de bedel didin re bûn îlham. Berdêla wan veguheriye mîrateyeke têkoşînê ya mezin. Dîsa em Leyla Qasim û jinên ku ji wê rojê heta niha li ber xwe dane û yên ku ji bo azadiyê berdêl dane bi rêzdarî û minnet bi bîr tînin.”   ‘15’ê Gulanê cjna neteweyî ye’   Ebru, bal kişand ser 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî û diyar kir ku 15’ê Gulanê ji bo wan cejna netewî ye û wiha got: “15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. 90 sal berê, bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan, di warê ziman û çanda kurdî de, 15’ê Gulanê, bû destpêka şoreşeke mezin. Kovara Hawarê ji bo pêşketina zimanê kurdî, xwedî girîngiyeke dîrokî ye. 15’ê Gulanê ji bo me cejneke neteweyî ye. Cejna zimanê me pîroz be. Di 90’emîn salvegera Kovara Hawarê de, em Celadet Alî Bedirxan û hemû hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin û li ber xebatên wan ên pîroz bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”   ‘Zextên li ser zimanê kurd kêm nebûne’   Ebru, da zanîn ku di dîroka kurdan de sed sal in zext û asimilasyona li ser zimanê kurdî kêm nebûye û wiha berdewam kir: “Van heft salên dawiyê ev zext û zordarî zêdetir bûne. Polîtîkayên yekperestiyê, li Tirkiyeyê, pirrengî û dewlemendiyan ji holê radikin û feraseta yekperest li ser me ferz dikin. Em ji vir careke din zext, zor û qedexe û polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê dayikê şermezar dikin û vê pergalê qebûl nakin. Heta zimanê Kurdî bi awayekî fermî were naskirin, qebûlkirin, em ê têkoşîna xwe roj bi roj xurttir bikin.”    ‘Êrîş li dijî destkeftiyên gelê kurd in ’   Ebru, bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna pêk tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di 17’ê Nîsanê de desthilata AKP’ê û MHP’ê êriş bir ser axa kurdan. Armanca van operasyonan ew e ku dixwazin kurdan ji cih û warê wan derxin, li Başûr û Rojava dixwazin destkeftiyên kurdan tune bikin. Êriş li dijî destkeftiyên gelê kurd e, bila partiyên kurd nebin parçeyek vê yekê. Dixwazin her warê kurdan wek Efrînê talan û wêran bikin. Ji ber ku hebûna xwe li ser dijminahiya kurdan ava kirine. Bandora van operasyonan ne tenê li ser kurdan li ser hemû gelên Rojhilata Navîn jî çêdibe. Bi van operasyonan aşkera bû ku hikûmet, îradeya gelê Başûr, statuya Herêma Kurdistanê nas nake û înkar dike. Îro ji çar aliyê cîhanê di serî de gelê kurd û gelên aştîxwaz li dijî vî şerê qirêj bertek nîşan didin, bangawazî dikin. Helwesta ku PDK tê de ye, dilê kurdan diêşîne. Eger îro Herêma Kurdistanê piştgiriyê bide kuştina kurdan, dîrok dê vê xirabiyê ji bîr neke. Em cardin bang li gelê Kurd, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, rewşenbîr û hemû rayedarên Kurdistanê dikin; werin dengê xwe bilind bikin, helwesta xwe nîşan bidin.”   'Her hewldanek ji bo me girîng e'    Ebru, ji pirsa “Birêz Selahattîn Demîrtaş duh bangewaziyek kiribû ji rewşembîr û siyasetmedaran nameyek şandibû? Derbarê vê nameyê de helwesta we çiye, dê ji bo vê mijarê konferans bên li darxistin?” ev bersiv da: “Hemû hewldan ji bo me girîng û bi wate ne. Derheqê aştî û çareseriyê de kî bi rola xwe rabe ev ji bo me girîng e. Li pêşiya me kongreya me ya mezin heye beriya wê konferansên me hene. Em bi konferansan amedakariyên kongreya xwe dikin."   Ebru, ji pirsa “Ev çend roje maseya ku ji 6 partiyan pêk tê an jî muxalefet behsa guhertina qanûnên Tirkiyeyê dikin. Helwesta we di vî warî de çi ye?” re jî ev bersiv da: “Destpêk ne guhertina qanûnê ye destpêk guhertina helwestê ye. Em ê li helwesta wan binêrin û binirxînin."