Ebrû Gunay: Zexta herî mezin polîtîkayên şer ên îqtîdarê ne 2022-04-21 12:43:33     ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, di çivîna çapemeniyê de ku pêk anî bal kişand ser operasyonên li hember Herêma Federe a Kurdistanê. Ebrû got, "Zexta herî mezin polîtîkayên şer ên îqtîdarê ne."   Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, li avahiya giştî a pariya xwe di civîna çapemeniya ya heftane ku li dar xist de geşedanên di rojevê de nirxandin.    Ebrû bal kişand ser xeteriya ku başûrê Kurdistanê pê re rûbirû ye û diyar kir ku 4 roj berê li ser axa Herêma Kurdistanê bi destê AKP-MHP’ê operasyoneke leşkerî hat destpêkirin û wiha berdewam kir, "Ev operasyon piştî hevdîtina Erdogan û Mesrûr Barzanî çêbû. Başûrê Kurdistanê bi awayekî aşkera tê dagirkirin, lê mixabin helwesteke rêveberiya Başûr u PDK’ê li dijî dagirkeriye tune ye.    Gelê Başûr divê ku li hemberî dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin   Niyeta AKP-MHP’ê diyar e, armanc zelal e. Helwesta PDK’ê rê li ber vê dagirkeriye vedike. Em ji vir bangî gel, sazî, dezgeh û partiyan û rêveberiya Başûr dikin. Li hemberî dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin. Hikûmeta Erdogan û Bahçelî di nav krîzeke mezin de ye. Rewşa aborî, siyasî û civakî gelek tevlihev bûye. Ji bo ku vê rewşê veşêrin, dixwazin êrişî Kurdan bikin. Hemû îmkanên xwe, seferber kirine ji bo şerê li dijî kurdan."    'AKP -MHP ji bo hemû kurdan taluke ne'   Ebrûyê anî ziman ku  ev êriş berdewama êrişên sed salan e. Naxwazin ku kurd li tu derê bibin xwedî statû. Ne li Başûr, ne li Bakur, ne jî li Rojava hebûna Kurdan qebûl nakin û bi berdewamî ev tişt got, "Ev êriş darbeyek mezin li statuya Başûrê Kurdistanê dixin.     Îro AKP-MHP li çar parçeyên Kurdistanê li dijî kurdan e û dixwazin destkeftiyên kurdan tune bike. Ji bo vê armancê dest bi şer kirin. Divê rêveberiya Başûr vê xetereyê bibîne. Berê jî gelek caran me gotibû û me bang li rêveberiya Herêma Kurdistanê kiribû. AKP-MHP ne ji bo hin kurdan ji bo hemû kurdan talûkeyeke mezin in. Ev operasyon derbeyeke mezin li statuya Başûrê Kurdistanê dixe. Derbeyeke mezin li tifaqa Gelê Kurd dixe û eger îro hûn piştgiriyê bidin van operasyonan sibê rûyê we dê reş be li hember gelê xwe."    'Muxalefet ji polîtîkayên şer re li çepikan dixwe'   Ebrû helwesta muxalefeta li Tirkiyeyê jî bi bîr xist, destnîşan kir ku muxalefet jî li dora neyartiya kurdan bûye yek û ev tişt got, "    Li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin û sereke pirsgirêka kurd e û ev pirsgirêk bi şer û kuştin û xwînê çareser nabe. Bi muzakereyan û rê û rêbazên demokratîk çareser dibe. AKP-MHP ji bo emrê xwe dirêj bikin dikevin nav van lîstikên qirêj û dixwazin muxalefetê jî li dora lîstikên xwe kom bikin. Îro em dibînin muxalefet jî li dora dijminatiya kurdan bûye yek. Çepikan li polîtîkayên şer dixe û dibe hevkar û şirîkê polîtîkayên şer ên Erdogan. Ev jî ji bo demokrasiya Tirkiyeyê, ji bo aştî û aramiya Tirkiyeyê xetereyeke pir mezin e."   'Tenê yekitiya gelê wê rê li ber dagirkeriyê bigire   Ebrûyê anî ziman ku divê her kurden li hemberî şer xwedî li berjewendiyên xwe derkevin û di dawiya axaftina xwe de ev bang kir, "    Em bang li Gelê Kurd, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, rewşenbîr û hemû rayedarên Kurdistanê dikin; li hemberî vî şerê qirêj, divê hemû kurd helwesteke hevpar nîşan bidin. Divê her kurdek berteka xwe nîşan bide û xwedî li berjewendiyên civakî yên Gelê Kurd derkeve. Em helwesta PDK’ê qebûl nakin û divê her kurdek vê helwestê qebûl neke. Başûr îro di bin dagirkeriya Iraq, Îran û Tirkiyeyê de ye. Tenê yekîtiya gelê me wê rê li ber vê dagirkeriyê bigire. Banga me li hêzên demokrat ên Tirkiyeyê ye jî. Li dijî van polîtîkayên AKP-MHP’ê dengê xwe bilind bikin. Aştiyeke mayînde bi riyên demokratîk pêkan e."