Kuştina Muharrem Aksem birin rojeva meclisê 2022-03-28 14:14:03   ENQERE - Parlamnetera HDP'ê Ayşe Surucu, kuştina Muharrem Aksem a li qada perwerdeyê ya polîsan bir rojeva meclisê.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu, ji bo ku kuştina Muharrem Aksem ê 16 salî ku li qada perwerdê ya polîsan hat qetilkirin bê lêkolînkirin pêşnûme pirs da meclisê.    Di pêşnûmeya ku tê de hat gotin ku li Taxa Mîcît a girêdayî Naveçya Eyûbiye ya Rihayê Muharrem Aksem ê 16 salî li cihê ku polîsan lê perwerde didît bedena wî hatiye gulebarankirin û qetilkirin û sedema pêşnûmeyê wiha hat vegotin, "Veşartina belgeya otopsiyê ji malbatê gûmanan bi xwe re tîne. Parêzerê malbatê jî dibêje ku rapora ewil a otopsyê nehatiye amadekirin û nedane wan. Lê hatibû diyarkirin ku hin parçeyên bedena Muharrem jê qetiyane û di bedena wî de gelek cismên ku nayê zanîn gule an jî şarpneli in hene. Rayagiştî ya Rihayê dikeve gûmana ku dibe ev cînayet jî wekî bûyerên kiryar nediyar bê nîşandan."