Dê ji bo serlêdana Semra Guzel a AYM'ê di 22'yê Adarê de hevdîtin bê kirin 2022-03-17 12:40:08   ENQERE - Têkildarî serlêdana takekesî ya Parlamentera HDP'ê Semra Guzel a li AYM'ê dê di 22'yê Adarê de hevdîtin bê kirin.    Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dê ji bo serlêdana  takekesî ya parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel bicive ku parêzbendiya wê hatibû rakirin. Hat zanîn ku Lijneya Giştî ya AYM’ê dê di 22’yê de adarê de serlêdana Semrayê têxe rojeva xwe.   Hêjayî bibîrxistinê ye ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derheqê Semrayê de 2 fezleke şandibûn Meclisê û bi dengdayîna di 1’ê adarê re jî parêzbandiya Semrayê hatibû rakirin. Semrayê, ev biryar şandibû AYM’ê.