Ebrû Gunay: Gûh bidin dengê gel 2022-02-10 13:53:28     ENQERE - Di civîna çapemeniyê de berdevka HDP'ê Ebrû Gunay axivî û destnîşan kir ku pirsgirêka kurd û pirsgirêka aboriyê bi hev ve girêdayî ye û xwest ku desthilat guh bidin dengê kolanan.     Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, li Navenda Giştî ya HDP'ê civîneke çapameniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand.    Ebrû, geşedanên aboriyê bi bîr xist û destnîşan kir ku pirsgirêka kurd û pirsgirêka aboriyê bi hev ve girêdayî ye û wiha got: "Neyartiye li hemberî kurdan çiqas zêde dibe rewşa aboriya Tirkiyeyê jî ewqas xirab dibe. Têkiliya helwesta li hemberî kurdan û rewşa aboriyê bi hev ve girêdayî ye. Rewşa aboriyê li Tirkiyeyê tu carî ewqas xirab nebûye. Ji ber ku enflasyon, zam, xizanî û belengazî her ku diçe zêdetir dibe. Ev jî bi polîtîkayên desthilatdarên Tirkiyeyê ve girêdayîne. Êdî herkes dizane û dibîne ku AKP û MHP vî welatî nikarin bi rê ve bibin. Ji ber vê yekê qeyrana aborî roj bi roj kûrtir dibe, xizanî û belangazî girantir dibe."    Ebrû diyar kir ku berteka li dijî zeman a gel mezintir dibe û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: "Herî dawî li Bazîdê, Qoserê, Geverê, Erganî, Riha, Îzmir, Antalya û li her deverê Tinrkiyeyê li hemberî vê şêlandinê gelên Tirkiyeyê bertêk nîşan dan. Li kolanan dengê xwe bilind kirin û gotin ku dizî heye û xwestin ku hikûmet îstifa bike.    Ev daxwaz gelek bi wate ye û divê hikûmet vê deng û bangewaziyê bibîne, pêwistiya wî bi cîh bîne. Divê daxwazên gel bibihîze û li gor wî tevbigere. Em dizanin li cihê ku edalet, wekhevî, azadî tunebe îdareyek demokratîk jî tuneye. Pirsgirêkên vî welatê kurtir dibin. Pirsgirêkên aborî jî mezin dibin. Em cardin bang dikin; gûh bidin dengê kolanan, gûh bidin dengê gel, daxwaza wan ji bo pêşeroja Tirkiyeyê pêwîst e."