Meclîsa Jinê ya HDP'ê: Divê em li ser tifaqa jinê nîqaş bikin 2022-01-28 12:52:39   ENQERE - Meclîsa Jinê ya HDP'ê ji bo nîqaşkirina "Tifaqa demokrasiyê" ya ji bo diyarkirina xeta têkoşîna polîtîk hat avakirin û ji bo nîqaşkirina 8'ê Adarê li ser platforma onlineyê bi jinan re hat gel hevdu. Berdevaka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran axivî û got Em ber bi 8'ê Adarê ve diçe divê em derkevin derveyî perspektifa tenê parastina maf û destkeftiyên xwe.    Meclîsa Jinê ya HDP'ê ji bo nîqaşkirina "Tifaqa demokrasiyê" ya ji bo diyarkirina xeta têkoşîna polîtîk hat avakirin û ji bo nîqaşkirina 8'ê Adarê li ser platforma onlineyê bi jinan re hat gel hevdu. Hevseroka Giştîya HDP'ê Pervin Buldan jî beşdar bû. Axaftina destpêkê Ayşe Acar Başaran kir.    Ayşe bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got, "Rewşa girtiyên nexwşe ne kêmî kiryarên salên 1980'î ye. Li girtîgehan mirovan jiyana xwe ji dest dan. Desthilatdarî li dijî girtiyên nexweş hiqûqa dijminatiyê dimeşîne."   'Tecrîd li ser hemû civakê ye'   Ayşe destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan demeke dirêj e tecrîdkirî ye û got, "Tecrîd nîşaneya nêzîkatiya li pirsgirêka kurd e. Desthilatdariyê piştî sala 2015'an ku bi MHP'ê re tifaq kir, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd danî aliyekî. Bi şer, înkar û polîtîkaya asîmîlasyonê xwest pirsgirêkê çareser bike. Tecrîd hatiye kûrkirin. Demeke dirêj e li gel hemû bangan jî destûr nayê dayin ku hevdîtin bi Birêz Ocalan re bê kirin. Desthilatdarî bi sorkirina neteweperestiyê hewl dide bi tecrîdê li ser piyan bimîne. Bi daxuyaniyên têkildarî Birêz Ocalan li raya giştî têne kirin, dixwazin manîpulasyonê bikin. Madem gotineke Birêz Ocalan heye, wê demê divê pêşî lê bê vekirin ku karibe bi xwe bêje. Ji ber ku em zanin ku desthilatdariyê tecrîd kirine amûrek ji şerê psîkolojîk. Hem me hem jî parêzeran bang kirin. Me got ku divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin. Desthilatdarî ji bo kûrkirina siyaseta xwe hewl dide tevlîheviyê di nava gel de çêbike. Di vê demê de divê em dengê xwe bilind bikin. Tecrîd ne tenê li ser Ocalan e, li ser tevahiya civakê ye. Bi tecrîda girankirî re tundiya li dijî jinê hatiye zêdekirin û fatûreya herî giran a şer li jinê hatiye birîn."   'Divê tifaqa jinê mezin bibe'   Berdevka Meclîsa Jinên HDP'ê Ayşe Acar Başaran di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û got, "Yek ji rojên ku zîhniyeta bi serweriya mêr jê ditirse 8'ê Adarê ye ku em lê li hev kom dibin... Em jin li qadan li hev dicivin. Divê em tifaq û piştevaniya jinê mezin bikin."