Dirayet Dilan Taşdemir: Rola Birêz Ocalan gelekî girîng e 2022-01-28 09:05:45     Dilan Babat   ENQERE - Dirayet Dilan Taşdemir diyar kir ku ji gotinên Serokomar Tayyip Erdogan ên di derbarê Îmraliyê de zêdetir gotinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girîng in û wiha got:"Tê famkirin ku îktidar bi xwe jî çareseriyê li Îmraliyê dibîne. Em wekî siyaset vê gotinê bi salan e dikin."   Ev 10 meh in Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye nikare malbat û parêzerên xwe bibîne. Serokomarê AKP'yî Tayyip Erdogan di rojên borî de gotina "Dê yê li Edirneyê hesabê mezin bide Îmraliyê" kiribû. Her wiha di bernameyeke TV'yê de dîsa gotinên derbarê Abdullah Ocalan de kiribû. Rojnamegeran pirsa "We gotibû Ocalan ji gotinên Demirtaş aciz e agahiyeke wiha heye?" ji Tayyip Erdogan re kiribûn. Tayyip Erdogan jî gotibû, "Heye ku ez dibêjim."   Li dijî gotina Tayyip Erdogan jî bersiva "Deriyê Îmraliyê vekin bila Ocalan biaxive" hatin dayin.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agiriyê Dirayet Dilan Taşdemir derbarê tecrîda li Îmraliyê û gotinên Tayyip Erdogan de nirxandin kir.    Rola Abdullah Ocalan   Dilanê bi lêv kir ku di demên dawî de siyaseta "netewperweriyê" kûr bûye û wiha got:"Dixwazin bi vê yekê siyasetekê ava bikin û dîsa motîvasyona vê yekê jî li gor wan înkara gelê kurd înkara demokrasî û înkara gelan e. Ji bo rê li siyaseta aştiyê bê vekirin tu gav nayê avêtin. Ji ber pozîsyona Îmraliyê tê zanîn loma jî ji bo kaosê kûr bikin tecrîdê jî kûr dikin. Loma divê ew derfet bê afirandin ku Birêz Ocalan bi civakê re têkeve nava têkiliyê û fikrên xwe bi raya giştî re parve bike."   'Îktidar bi xwe jî çareseriyê li Îmraliyê dibîne'   Dilanê da zanîn ku di siyaseta Tirkiyeyê de Abdullah Ocalan cihekî girîng digire û wiha pê de çû:"Di meseleya aştî, meseleya gelê kurd û têkiliyên Rojhilata Navîn a Tirkiyeyê de rola Birêz Ocalan girîng e. Dema siyaset tê kirin û meseleyek tê nîqaşkirin herkes dizane ku heta tevlîbûn û fikra Îmraliyê neyê girtin rêyek nayê dîtin. Vê yekê Serokomar jî dizane. Bi kûrkirina tecrîdê re bi qirkirina li ser kurdan siyaseta tesfiyeyê hat şopandin. Rastiyeke îktidarê ya valaderketina projeya wan a 6 salan heye. Tê famkirin ku îktidar bi xwe jî çareseriyê li Îmraliyê dibîne. Em wekî siyaset vê gotinê bi salan e dikin."   'Bila deriyê Îmraliyê vebe'   Dilanê da xuyarkirin ku bi siyaseta çewisandinê tê xwestin kurd, HDP û têkoşîna kurdan bên beramberî hevdu û wiha bi dawî kir:"Dê dijminatiya li dijî kurdan dawiya her îktidarê bîne. Bi hewesa gelo em kurdan dikarin bînin beramberî hevdu siyaseta xwe dikin. Ev yek dê bi encam nebe. Qeyrana ku AKP di vê mijarê de ketiye nav dê AKP nikaribe derbas bike. Daxwazên kurdan li holê ne. Misyona Birêz Ocalan li holê ye. Loma tu beramberê gotinên li TV'yan tên gotin ên manipulator tune ye. Bila deriyên Îmraliyê vebe û Birêz Ocalan gotinên xwe bi raya giştî re parve bike. Fikra Erdogan a ez dikarim tiştina bi gotinên xwe bi dest bixim dê bi encam nebe. Em dîsa dibêjin bila deriyê Îmraliyê vebe."