Hevberdevka HDK’ê: Yên gelê kurd muxatab negirin bi ser nakevin 2021-12-15 09:07:41     Marta Somek   STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr bal kişand ser zextên li ser jin û kurdan û got: “Yên daxwazên Gelê Kurd muxatab negirin nikarin bi ser kevin. Civak guherînek radîkal û demildest têkçûna AKP-MHP’ê dixwaze.”   Bi zêdebûna dovîzê re xizanî zêde bû, welatî her roj bi nûçeyên zema tê kirin şiyar dibin. Gel diyar dikin ku nikarin debara xwe bikin û banga îstîfayê li AKP’ê dikin.   Hevseroka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr der barê xizanî, krîza aborî, nîqaşên li ser hilbijartinê de ji ajansa me re nirxandin kir rû got: “Heta daxwazên Gelê Kurd esas neyên girtin wê Tirkiye bi ser nekeve. Civak guhertineke radîkal dixwaze.   Sedemên krîzê   Esengulê got gel demek dirêje tên xizanîkirin, ji 2011’an heta niha Tirkiye di krîzê de ye û got: “Sedema krîzê jî siyaseta şerê taybet, butçeya ji şer re tê vqetandin, butçeya taybet a ji bo serokomarî û  alîgirên burokrasiyê ye. Ji ber vê jî ev şert û mercên heyî girantir bûne. Krîz pir giran bûye. Dema wisa dibe jî deng bilind dibe û gel mafdarin dengê xwe bilind bikin.”   ‘Krîz mijara lezgîn a hemû welatiyan e’   Esengulê ev tişt daxuyand: “Bi mudaxaleya Erdogan re rewş hat vê astê. Saleke kirê pir buha bûne. Xwendekar li yurdan bi cih nabînin, an jî nikarin pereyê yurdê bidin li parqan radizên û rewşê protesto dikin. Bi hezaran welatî li dijî fatureyên ceyran, gaz, kirê û zemên din zehmetiyan dikişînin. Aboriyê bandor li ser hemû pêşketinên Tirkiye û cîhanê kiriye. Pêvajoyê bandor li ser her tiştî kir. Krîz li hemû aliyên civakê belav bûye. Îro mijara lezgîn a hemû welatiyan krîz e.”   ‘Jinan ji kar derdixin’   Esengulê daxuyakirin ku bi taybet karker zêdetir ji vê bandor dibin, di demên xizanî, betalî, krîzan de bêguman jin qat bi qat zirarê dibînin û wiha berdewam kir: “Me wek HDK di demên borî de konferansa jinê pêk anî. Me miajra keda jinê û xizanî di atoleyeyên du rojan de berdewam kir de nîqaş kirin. Di van pêvajoyan de betalî zêde dibe, îstîhdam kêm dibe û bêguman ewil jî jin ji kar tên derxistin.  Jinên li malê heps dibin dikevin bi barê giran û hemû bar li ser milê jinan bar dibe. Jinên ji qada aboriyê dur dikevin mahkumê mêran dibin. Krîz herî zêde bandorê li ser jinan dike. Jin bi salan têkodişon. Maf û azadiyên bidest xistine,  bi hinceta krîzê tên sînorkirin. Pergala serdest a mêr krîzê dike hincet û hebûna xwe didomîne.”   ‘Netew dewletê, zextek mezin li civakê kir’   Esengulê di berdewamiya axaftina xwe de nirxandina xwe wiha domand: “HDK û pêkhateyên xwe daxwaza guherîna radîkal demokratîk a wek ‘rêya sêyem’ vedibêjin,dikin. Dîsa bi pêkhateyên xwe re azadiya jinê, wehevî, ekolojîst, cudahiya zayendan qebûl dikin.  Ev tiştên îro tên jiyîn, ji netew dewlet, yek al, yek ziman û redkirina hemû cudahiyan e. Bi statukoya ku sedsal e runiştiye, hewcedariyên gelan nayên cih û li ser gelan zextek mezin heye. Bi giranbûna krîzê re mixabin hejmara mirovên ku canê wan êşiya zêde bû.  Kesên li dijî zextan serî netewandin, bi şîdeta dewletê re hatin rû hev. Rejîma ku qetil dike, bersivê nade hewcedariyên civakê.”   ‘Civak guherînek radîkal dixwaze’   Esengulê destnîşan kir ku civak êdî dixwaze hinek tişt biguherin û desthilatdarî pirsgirêkan giran dike û ji ber vê divê êdî hilbijartin pêk bê. Esengulê wiha daxuyand: “Li hember vê jî ji bo dema nû partiya muxalefet heye. Du blok hene; Tifaqa Cumhur û Mîlet.  Yek 20 sale desthilatdare û naxwaze dest ji desthilatdariya xwe berde. Ya din jî li diji daxwazên civakê, behsa kodên komara ji nû ve, demokrasiya parlamenter dike. Civak berovajî vê guherînek radîkal dixwaze. Civak azadî, edelet, wekhevî, belavbûnek bi edelet dixwaze. Ji ber vê jî siyaseta kevneşopî ji daxwazên civakê re nabe bersiv.”   ‘Divê daxwazên kurdan esas bên girtin’   Esengulê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Muxalefet di hilbijartinan de tifaqê ava bike û  rêjeya dengên tê xwestin bigire jî divê li dijî hewcedariyên gel guherînek radîkal bikin. Jİ bo vê jî divê hemû sazî, rêxistin û kesên muxalîf bibin yek. Di tabloya tê dîtin d mixabin îradeyeke ku vê pêk tîne tune ye. Di vê nokteyê de hewcedarî bi rêxistinbûna ku welatparêz û demokrat ava dikin ya bi navê ‘rêya sêyem’ heye. Sazbûnek ku daxwazên Gelê Kurd li ber çavan negire, bi tu awayî nikare bi ser keve. Ev mijar tenê bi hilbijartinê nabe. Pirgirêka Kurd pirsgirêka herî mezin a welat e.  Li pêş demokrasiyê astengî hene. Hemû di esasê de dijminahiya li hember Gelê Kurd e.   Bendewariya civakê ji AKP-MHP’ê nemaye. Civak dixwaze wan demildest bişîne.”