Hevserok Îlknur Birol: Dema xwedîderketina bernameya demokratîk a HDP'ê ye 2021-12-14 11:34:01     Marta Somek   STENBOL - Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê ya serdema nû Îlknur Birol wiha got:"Ev partiya partiya di nav gel de ye. Ev partiya bi tecrubeyên dehan salan hatiye heta roja îro. Dema xwedîderketina bernameya demokratîk a HDP'ê ye."   Di 12'ê Kanûnê de bi dirûşma "Li Stenbolê dema HDP'ê" li Navenda Çandê ya Yahya Kemal Beyatli Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 4'emîn Kongreya Bajêr a Awarte li dar xist. Hevserok Îlknur Birol û Ferhat Encu hatin hilbijartin.    Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê ya serdema nû Îlknur Birol derbarê coşa kongreyê, peyama gel daye û xebatên ji bo serdema nû de axivî.    'Li eywanê girseyeke mezin a jinê hebû'   Îlknûrê da zanîn ku wêneyê girseyê mirov serbilind dikir û wiha got:"Kesên li wêneyê vê eywanê nihêrtin ev coş dîtin. Li vê eywanê peyamên girîng hatin dayin. Li eywanê girseyeke mezin a jinê hebû. Divê wezîr vê girseyê bibînin. Bingeha girseya jinê ya bi hêvî, hişmendiya polîtîk û hestiyariyeke hevpar li siberojê dinerê heye. Ev di heman demê de bingeha HDP'ê ye. Di heman demê de ji xeynî ciwanan, civakeke porsipiyan hebû. Ev civak xwedî tecrubeyeke dîrokî ye û tu carî ji keddayinê xwe venakişîne. Di pêvajoyeke wiha zor de hatina gel hevdu ya bi hezaran peyameke girîng e. Di kongreyê de daxwazên axaftina azad a bi zimanê dayikê û xwesteka mûçeya herî kêm hatin ziman."   'Ya rast bingeha demokratîk, azad û wekhevî ye'   Îlknûrê anî ziman ku ev hîn destpêk e û wê civakê ji nû de li ser esasên aştiyê ava bikin û wiha got:"Peywirên me yên girîng hene. HDP partiya îradeya gel e. Loma dixwazin bi nîqaşên di meclîsê de her êrişî kurdan û nasnameya kurdan bikin. Dema diaxivin bila li eynikê binêrin bê kî ji kê hez nake. Bi salên dirêj e dewleteke bi înkarê polîtîkayên xwe dimeşîne heye. Ev demeke jî bi hêrseke hîn zêde tev digere. Înkar ceribandin nebû, niha jî bi hêrsê dewam dikin lê belê ya rast bingeha demokratîk, azad û wekhevî ye."   'Dema xwedîderketina bernameya demokratîk a HDP'ê ye'   Her kesên ku difikirin ku ne tenê bi îtirazê divê hêza guhertinê jî hebe em bang li wan dikin ku li bernameya demokratîk a HDP'ê xwedî derkevin. Ev partiya partiya di nav gel de ye. Ev partiya bi tecrubeyên dehan salan hatiye heta roja îro. Dema xwedîderketina bernameya demokratîk a HDP'ê ye. Em bang li gel dikin ku werin avahiyên navçe û bajêr ên HDP'ê û beşdarî xebatan bibe. Em bi planeke hevpar li siberojê binêrin. Em piştî kongreyê wekî HDP'ê bi planên xwe yên xebatê dewam bikin."   Banga ji bo jinan   Îlknûrê herî dawî bang li hemû jinan kir û ew vexwend HDP'ê û wiha bi dawî kir:"Divê girseya me ya jin a hebûna wê têkoşîn e bêtir bi rêxistin bibe û hêviyê li kuçeyan belav bike. Em berê jinan dawetî partiya xwe dikin. Ji bo em dest bidin destên hevdu û hîn bi hêz dakevin kuçe û qadan."