Remziye Tosun: Tevî êrîşên li ser siyaseta kurd gel ji têkoşînê tawîz neda 2021-12-14 09:08:15   Sema Çaglak   AMED - Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun bal kişand ser êrîş û zextên li dijî siyaseta kurd û got: “Di 8 salên dawîn de gelek kes bi KHK'ê sirgûn û zindan kirin û bi birçîbûnê xwestin terbiye bikin. Lê tevî van polîtîka û hewildanên qirkirnê, gel ji têkoşîna xwe tavîz neda û xwedî li partiya xwe derketin.”   Bi taybet ji sala 2016 an û vir de li dijî sîyaseta kurdan polîtîkayek taybet hate meşandin. Piştî hilbijartina herêmî ya 7’ê Hezîrana 2015'an, desthîlatdar rê û rêzabên nû derxistin pêşiya xwe. Bi tayînkirian qeyûman, bi KHK’yan, bi polîtîkayên şer ên taybet ên li herêmê, bi girtin û binçavkirinan êrîşên xwe zêdetir kirin. Bi hezaran hevserok, hevşaredar, rêveber, endam û xebatkarên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) hatin binçavkirin û girtin. Bi taybetî jî desthîlatdar bi tayinkirina qeyûman deskeftiyên jinan, tunekirina çand û dîroka kurdan ji xwe re kirin hedef. Lê li gel van hemû zext û zoriyan gel ji têkoşînê tawîz neda.   Parlementera HDP’ê Remziye Tosun ji ajansa me re axivî û diyar kir ku di nav 8 salên dawîn de Gelê Kurd bi hêztir li têkoşîna xwe xwedî dedikeve û wê desthîlatdariya AKP-MHP’ê li hemberê vê têkoşînê têk biçe.   ‘Li dijî kurdan sîyaseta netehamûlkirinê hate destpêkirin’   Remziye di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê ya 2015 an li dijî kurdan siyasetek qirkirina topyekûn hate meşandin. Remziye anî ziman ku bi tayinkirina qeyûman re ji vê sîyaseta xwe re zemîn ava kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di sala 2014’an de piştî qedandina pêvajoya aştiyê plana çokdanînê kirin meriyetê. Ango desthîlatdariyê bi hestên nîjadperest, zayendperest û yekperestîyê welat rêve bir. Li dijî Gelê Kurd û sîyaseta kurdan bêtahamûliyek  derket pêş. Êrîş, hovîtû û tundî jî zêdetir bûn. Bi vê yekê re li dijî kurdan û deskeftiyên kurdan êrîşek qirkirina topyekûn hate destpêkirin. Êrîşên wan herî zêde jî li dijî jin, çand û dîroka kurdan bûn. Her wiha polîtîkayên xwe yên şerê taybet li herêmê li ser ciwanan pêş xistin. Di vê pêvajoyê de bikaranîna hişbir, tiryak û fihûşê li herêmê derket lutkeyê. Her wiha li dijî çapemeniyê jî zextên xwe zêde kirin. Di sala 2016 an de bi teqîna Amed, Enqere û Pirsûsê re xwestin Kurdîstanê bikin gola xwînê. Bi vî awayî xwestin zêdetir êrîşî siyasta kurd bikin.”   ‘Bi tayinkirina qeyûman  şerê taybet dan destpê kirin’   Remzîye diyar kir ku bi van polîtîkayn re herî zêde jin û ciwan hatin hedefgirtin û xwestin bi lawazkirina hêza jin û ciwanan hêza civakê qels bikin. Remziye wiha berdewam kir: “ Wekî ku tê zanîn di vê pêvajoyê de parlementeriya gelek parlementerên HDP’ê hatin daxistin. Bi tayînkirina qeyûman jî xwestin vê sîyaseta xwe li ser gel rewa bixin. Di di dema ku şaredarî di destên HDP'ê de bûn li herêmê navbera şaredarî û gel baş bû û xwedî derketinek hebû. Sazî û dezgehên jin û ciwanan hebûn.  Saziyên perwerdeyê û pirtûkxane hebûn. Li van saziyan bi her awayî ciwan û jin xwe perwerde dikirin. Lê belê piştî ku qeyûm hatin tayinkirin, di serî de stargehên jinan hatin girtin. Saziyên jinan hatI girtin û saziyên perwerdekariyê girtin. Bi vî awayî xwestin bi her awayî gel bifetisînin û bêdeng bikin. Di pêşengtiya vê polîtikayê de jî ewilî xwestin êrîşên xwe li ser jin û ciwanan bimeşînin. Ji ber ku ew jî dizanin gava jin û ciwan zana bibin û bibin xwedî hişmendî, tu hêz nikare wê civakê têk bibe. Lê bi tayinkirina qeyûman  şerê taybet dan destpêkirin. Li herêmê tora fihûş û hişbirê zêde bû.”   ‘Xwestin têkoşîna jinan bixin zindanan’   Remziye di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand  ser êrîşên li dijî jinan û bilêv kir ku xwestin têkoşîna jinan bikin girtîgehan. Remziye, wiha axivî: “Ev nêzî 8 sal in ku ev polîtîka bi şêwazên cur bi cûr tên pêşxistin. Her wiha êrîşên xwe yên li ser jinê jî bênavber berdewam dikin. Di van êrîşan de pergala hevserokatiyê hate hedefgirtin. Me hertim wekî ku gotibû, hevserokatî xeta me ya xemrî ye. Lê bi van êrîşan ji bo ku zimanê jinê qût bikin, deskeftyiyên jinan tûne bikin û têkoşîna jinan bikin zindanan;  êrîşên xwe yên li dijî jinê wek şerekê taybet meşandin. Pergala hevserokatiyê hevsengî û wekhêviya civakê ye. Ji ber vê nexwestin fikr û ramanên jinan têkeve nav civakê. Bi rastî jî gava em xebatên xwe dikin, em dibînin ku ferqa jin û mêr di şaredariyê de xwe diyar dike. Lê em careke din dibêjin tu hêzek wê pergala me ya hevserokatiyê  nikare têk bibe. Tu hêz nikare kar û xebatên me kilîd bike.  HDP  fikr û ramana xwe diparêze. Em tim dibêjin, kar û xebatên me bi bi felsefeyekê tên meşan.”   ‘AKP-MHP’ê jinan ji bo desthîlatdariya xwe xetere dibînin’   Remziye di dirêjahiya axaftina xwe de diyar kir ku desthîlatdariya AKP-MHP’ê jinan ji bo berdewamiya hebûna xwe xetereyek dibîne. Remziye balê kişand ser Doza Kobanê jî û destnîşan kir ku tê xwestin tola Kobanê ji jinan were girtin û wiha got: “Gava ku jin bêdeng bimîne,hemû civak bêdeng dimîne. Lê belê jinan tu carî ji vê helwestê re destûr nedan û tim pêşengtî kirin.  Me gelek mînakên bi vî şikli jî dîtin. Berxwedana Kobanê yek ji wan mînakên berbiçav e. Bi pêşengiya jinan û fikr û ramanên birêz Ocalan Kobanê bi ser ket.  Dixwazin di şexsê jinê de ji her kesî bigirin. Gava em li girtîgehan dinihêrin bi dehan jinên sîyasetmedar bi awayekî rehîne tên girtin. Jin di tevahî civakê de xebatan dimeşînin û renge xwe nîşan didin. Lê gava desthîlatdaran li Kobanê berxwedana jinan dîtin, ew ji xwe re xetere dîtin û ji ber vê yekê xwestin jinan li gorî xwe bi teşe bikin. Ji ber wê ye ku niha girtîgehê bi jinên têkoşer tijî ne.”   ‘Tevî van êrîşan gel ji têkoşîna xwe tavîz neda’   Remziye di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku êrîş û zextên li dijî kurdan wê bandorê li ser muxalîfan jî bike û wiha axivî: “Niha doza girtina HDP tê nîqaşkirin. Lê tê zanîn ku girtina HDP ê qûtkirina hemû dengên muxalîf e. Lewra divê tu aliyên muxalîf bêdeng nemînin. Gava ku qeyûm tayini şaredariyên me hatibûn kirin, tevahî cîhan bêdeng mabû. Lê bêguman êrîşên li dijî sîyaseta kurd wê ji bo hebûna partiyên muxalîf jî xeter be. Di 8 salên dawîn de xwestin kesan bi KHK, sirgûn, zindan û bi birçîbûnê terbiye bikin. Lê tevî van polîtîka û hewildanên qirkirnê gel ji têkoşîna xwe tavîz neda û xwedî li partiya xwe derketin. Wê gel li dîroka xwe jî çand û hebûna xwe jî xwedi derkeve. Em dîbînin ku bi taybetî îsal bertekên gel her diçe li dijî polîtîkayên desthîlatdariyê zêdetir dibin. Ji ber ku desthilatdariyê hem aborî qedand, hem tendûrîstî qedand hem jî parvekirina di nava civakê de qedand. Lê li gel êrîşan jin, ciwan û bi tevahî gel bi hêzekê mezin li hemberî faşîzmê derdikevin.”