Di kongreya HDP'ê bi hezaran ji Îmraliyê re silav şand 2021-12-12 16:20:08     STENBOL - Kongreya ku ji aliyê Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Stenbolê ve bi dirûşma "Dema HDP'ê ya Stenbolê" tê lidarxistin, bi coşeke mezin dewam dike. Bi hezaran kes ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê di bin tecrîda girankirî de ye bi dirûşma "Silav silav ji Îmraliyê re" silav şandin.   4'emîn Kongreya Asayî ya Bajarê Stenbolê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li Kuçukçekmeceyê li Navenda Çandê ya Yahya Kemal Beyatli bi dirûşma "Dema HDP'ê ya Stenbolê" hat lidarxistin, dewam dike. Kongreya ku bi hezaran kes beşdar bûn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî hilbijartina meclîsê, hevserokên heyî yên Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê axaftina vekirinê kirin. Hevşaredar Erdal Avci ji ber ku bi vîrûsa koronayê ketibû bi nivîskî peyam şand. Hevseroka din a bi navê Elîf Bulut jî bi bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, Denîz Poyraz û Garîbe Gezer dest bi axaftina xwe kir. Di vê navberê de girseya gel bi dirûşmên “Şehîd namir” bersiv da.   ‘HDP cihê hevdîtina kesên têkoşer e!’   Elîfê jinên têkoşer bi taybet girtiyên nexweş û Aysel Tûglûk silav kirin û got, "Ev ala ku me wergirt, teqez wê têkoşîna azadiya jinê û berxwedana ciwanan bîne vî welatî û axa Kurdistanê." Elîfê bal kişand ser hêzên ku di nava HDP’ê de û got, “HDP cihê ku em hemû li hev kom dibin e. Li dijî HDP’ê şerê qirêj dimeşînin, em ê ji wan re bibêjin, em ê têkoşînê bidomin, em ê li kolanan bin, heta jinek neyê qetilkirin em ê têbikoşin."   'Em ê teqez bi ser bikevin!'   Elîfê got, "Me ciwan dest pê kir, em ê ciwan bi ser bikevin" û got, "Em hêviyê dibînin" û bi hezaran salon tijî kirine nîşan da. Elîfê di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ji ber ku me rêhevalên xwe di şer de winda kirin em li kolanan in. Li kolanan ne tenê tijîkirina cih e, em spasiya hêzên demokrasiyê yên ku em bi hev re li kolanê ne, îro me li vir bi tenê nahêlin. Divê em zêdetir bixebitin da ku sibe baştir bibin, ev kurteya du salên me ye. Em Meclîsa xwe ya Ciwanan, hemû hevalên xwe yên jin, Meclisa Partiyê, endamên MYK’ê, parlementerên Stenbol û Kurdistanê yên ku car caran ji me zêdetir ked didin, silav dikin û spasiya xwe dikin.”   Herî dawî Elîfê got, "Em ê teqez bi ser bikevin", bi hezaran kesî dirûşmên "HDP gel e gel li vir e" berz kirin.   'Ji Îmraliyê re hezar silav!'   Piştî axaftinê sînevîzyona ku xebatên Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê nîşan dide hat pêşandan. Piştre ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin bi dirûşmênn "Silav silav ji Îmraliyê re" û "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" silav hatin şandin. Endama Dîwana HDP'ê ya Stenbolê Dilşat Canbaz navên ku beşdarî kongreyê bûne wiha hejmartin: Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevserokên OHD'ê, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gel (KESK), HDK. Hevberdevk, endamên PM'ê yên Partiya Şoreşger, Serokên Komeleyên Rojhilat û Başûrrojhilat, nûnerên Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê, Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, ANYAKAYDER, Komeleya Adiyamanlilar, SMF, DÎSK'ê, Partiya Karker (EMEP), Partiya Çep, Navendên Civakê yên Herêma Stenbolê. Nûner, berdevkên Partîzan, Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), berdevkên Partiya Azadiya Civakî (TOP) û Partiya DEVA'yê."    'Rêya me wê weke rêya azadiyê bidome'   Piştre Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr axivî û got: “Meşa partiya me wê di pêşerojê de jî bidome, deng û silava bi hezaran e. Ne girtin, ne doz û ne jî tecrîd wê ji doza vî gelî yek gav jî paşve neavêje. HDP wê hêz û vîna xwe di nava HDK’ê de bike yek û li dijî faşîzmê yek gav bavêje. Heta ku li vî welatî wekhevî, azadî û edalet pêk neyê, em ê têkoşîna li dijî faşîzmê bidomînin."   Esengulê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser Garîbe Gezer û got, "Her yek ji me Garîbe Gezer e,em ê ti carî dest ji berxwedanê bernedin, em ê hesab ji wan bipirsin. Rêya me wê weke rêya azadiyê bidome.”   Paşê bi konsera muzîkê ya Koma Muzîkê ya Ma re govend hat gerandin.   Piştî konserê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar axaftinek kir.