Meclîsa Jinê ya HDP'ê: Tiştên hûn tînin serê Aysel Tugluk tola çi ye? 2021-12-08 14:10:06   ENQERE - Meclîsa Jinê ya HDP'ê derbarê Aysel Tugluk a nikare li girtîgehê bimîne de pirsa 'Tiştên hûn tînin serê Aysel Tugluk tola çi ye?' kir. Meclîsa Jinê got ew ê kampanyaya xwe ya "Ji bo jinan edalet" di serî de ji bo girtiyên nexweş ên jin ji bo jinên wekî "rehîneyên siyasî" tên girtin veguherînin kampanyayekê.    Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê Aysel Tugluk a ku di Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê dimîne û qeyba wê ya hafizayê heye û nikare di girtîgehê de bimîne daxuyaniya nivîskî weşand. Hat zanîn li ser daxwaza Ayselê hewil hatiye dayin ku nexweşiya Ayselê li ser raya giştî neyê belavkirin lê belê ji ber her ku diçe rewşa wê ne baş dibe loma pêdivî hatiye dîtin ku daxuyanî bê dayin.   'Ev nexweşî ji bo Ayselê di girtîgehê de bimîne asteng e'   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li dijî bêdengiya rayedaran nerazîbûn zêde dibe û wiha got:"Li go raporên pisporan ev nexweşî ji bo Ayselê di girtîgehê de bimîne asteng e. Nexweşiya Ayselê ji ber her diçe pêş de diçe loma jî jiyana wê dikeve talûkeyê. Hinek sedemên sereke yên bûye sedema qeyba hafizaya Ayselê polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û dijminatiya dewletê ya li dijî kurdan e. Her wiha ATK dibêje dikare bi tena serê xwe jiyana xwe dewam bike. Ev biryara ATK'ê jî siyasî ye."    Li dijî siyaseta mirinê siyaseta jiyanê   Di daxuyaniyê de hat gotin Ayselê emrê xwe daye têkoşînê û wiha hat gotin:"Aysel Tugluk dema parêzertî dikir li ku derê binpêkirina mafan heba direviya wê derê. Têkoşîna wê ji jinan re bûye feyz. Gotina "Ji bo Aysel Tugluk Edalet" li dijî siyaseta mirinê ya îktidarê parastina siyaseta jiyanê ye. Em bang li Wezareta Dadê dikin û em dibêjin bila demildest Ayselê bê berdan. Em bang li jinan dikin ku li dijî siyaseta mirinê siyaseta jiyanê em biparêzin."