Dêrsim Dag: Divê ciwan li dijî tiryak û fihuşê têbikoşin 2021-12-08 09:02:49   Sema Çaglak   AMED - Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dêrsîm Dag destnîşan kir ku tecrîd polîtîkaya herî mezin a şerê taybet e û got: “Heke sînorên polîtîkayên şer ên taybet tunebe wê demê divê sînorên me hebin. Divê em sînorên xwe diyar bikin û hebûna bizanibin. Xwedî li têkoşîna xwe derkevin."   Li bajarên herêmê û metropolên Tirkiyeyê bi zanetî sixûrtî, tiryak û fihûş tê pêşxistin. Ev tişt di çarçoveya polîtîkayên taybet ên şer pêk tê. Li her bajarî rêbazek cura tê bikaranîn. Derbarê mijarê de parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Dêrsim Dag ji ajansa me re axivî.   Li herêmê polîtîkayên şere taybet   Dêrsim di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku polîtîkayên şer ên taybet li herêmê bêsînor û bê exlaq tê meşandin. Dêrsim destnîşan kir ku bi taybetî piştî sala 2015'an ew polîtîka ket lûtkeyek herî jor û li herêmê li dijî Gelê Kurd belav bû. Dersîm, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji dema Osmaniyê heya Komara Tirkiyeyê politîkayên şer ên taybet li hemberî Gelê Kurd hat meşandin. Gava ku em li hemû bajarên Kurdîstanê dinihêrin, dibînin ku ew kesên ku têkiliya wan bi dewletê re hene, yan jî ew kesên ku rasterast ji aliyê dewletê ve hatine pêywir kirin, wan polîtîkayên qirêj li dijî nirxê civata kurd didin meşandin. Li Amedê jî wisa ye, li Colemêrg û Wanê jî wisa ye. Di rojên dawî de dîsa me dît ku ew kesên ku bi dewletê re têkîldar in di nav civata kurd de çawa bêexlaqbûnê belav dikin û çawa ew çeteyên fihûşê ava dikin. Mijara Colemêrgê jî yek ji wan mînakek berbiçav bû.”   ‘Ciwan û malbat ji kampanyayê bi bandor bûn'   Dêrsim anî ziman ku li herêmê, bikaranîna maddeyên hişbirê zêde bûye û bilêv kir ku li tax û kolanên herêmê bi rehetî tê belavkirin û tên firotin û got: “Gava em meseleya ceteya fihûşe ya Colemêrgê dinêrin jî di serî de bi bikaranîna maddeye hişbirê dest pê kiriye. Me wek meclîsa Ciwanên HDP'ê li dijî fihûş û tiryakê kampanyayak da destpêkirin. Ji bo teşhîrkirina wan polîtîkayan ev kampanya hat destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de em xwe dighînin kesên ku hişbirê bikar tînin, kesên ku bûne amûrên wan polîtîkayan. Em bi malbatên wan re hevdîtinê bikar tînin. Me berê xwe da gund û taxan û me xwe gihand bi hezaran ciwanan. Ciwan û malbat ji kampanyayaya me bi bandor bûn."   ‘Tecrîd polîtîkaya şerê taybet e’   Dêrsim destnîşan kir ku tecrîd polîtîkaya herî mezin a şerê taybet e û wiha bi lêv kir: "Ji bo ku Gelê Kurd ji paradigma û perspektifên Birêz Ocalan dûr bê xistin tecrîd bi awayekî girankirî tê meşandin. Şerê taybet ew e ku bi her awayî bêsînor û tu rêgez û pîvanê wê tune ye. Tê xwestin bi tecrîdê ew paradigmaya Birêz Ocalan û navbera Gelê Kurd bê vekirin. Bi dûr xistinê armanc dikin ku têkoşînê tasfiye bikin û tune bikin. Ligel şerê bi çek, bi polîtîkayên taybet ên şer jî li hemberî gel şerek tê kirin. Tecrîd jî lingekî wê polîtîkayê ye. Ji ber vê yekê em nikarin bêjin tu eleqeya fihûş, hişbir, kuştina jinan bi tecrîdê re tune. Ev hemû rêbaz bi hev re tên meşandin û girêdayî hevdûne. Dewleta tirk hemû rê û rêbazên xwe ji bo têk birina têkoşîna kurdan bikar tîne. Hem ji hêla çand, ji hêla civat, siyaset û jinê ve hemû hêza xwe bikar tîne. Tecrîd nenaskirina îradeya Gelê Kurd e. Îro bi mîlyonan kurd dibêjin ‘ew rêberê min e’, ‘ew îradeya min a sîyasî ye’."   ‘Hebûn û xwebûna xwe bizanin!'   Dêrsim, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rê û rêbazên têkoşînê û got: "Heger sînorên polîtîkayên şer ên taybet tune be wê demê dê sînorên me hebin. Divê em sînorên xwe diyar bikin. Em têkiliyên xwe baş danîn, divê pîvanên me yên têkiliyan hebe. Em xwe bizanibin, dîrok û çanda xwe bizanibin. Hebûn û xwebûna xwe bizanibin. Berî her tiştê divê jin û ciwanên kurd vegerîn xwebûna xwe. Encax bi vê yekê em dikarin xwe ji polîtîkayên şer ên taybet biparêzin û xwedî li têkoşînê xwe derkevin."   ‘Xwedî li têkoşîna xwe derkevin'   Dêrsim wiha dawî li axaftina xwe ani: “Çawa ku divê wateya tecrîdê teng neyê destgirtin divê wateya polîtîkayên şer ên taybet jî teng neyê destgirtin. Pêwiste ku em jî li vê yekê baldar bibin. Divê em li dîrokê binêrin û salên 90’î binêrin ku ew polîtîkayên şer ên taybet bi awayekî sistematik çawa hatiye meşandin. Lewra pêwîste ku herî zêde em îro xwedî li têkoşîna xwe derkevin.”