Serokkomarê AKP'yî Peymana Stenbolê hedef girt 2021-11-09 10:31:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê AKP'yî Recep Tayyîp Erdogan ku piştî civîna Kabîneyê daxuyanî da, careke din rêxistinên jinan û Peymana Stenbolê kirin hedefa xwe.   Bi pêşengtiya Serokkomarê AKP'yî Recep Tayyîp Erdogan civîna Kabîne li Kûlliye yê hat kirin. Civînê bi qasî 3 seat û 40 deqqe berdewam kir. Piştî civînê daxuyanî hat dayîn. Tayyîp Erdogan bertek nîşanî kesên ku li hemberî tezkereyê derketin dan  û jinên ku xwedî  li Peymana Stenbolê  derketin  hedef girtin.   Erdogan bi van gotinan jin hedef girtin :" Hûn jin çi karî dikin? Dema ku li jinên di rêxistina we da cîh digirin heqeret were kirin hûn radibin piya û bertek nîşan didin? Dema ku li xweşikên şehîdan heqerek tê kirin hûn çima  dengê xwe dernaxin û dernakevin qadan? Dibê ku dema qala Peymana Stenbolê hat kirin herî pêşî jin li hemberî vê derkevin. "