HDP'ê li Fransayê hevdîtin pêk anî 2021-11-03 08:44:17     ENQERE - Tevî Hevseroka HDP'ê ya Giştî Pervîn Buldan şandeya HDP'ê bi komên siyasî yên Meclîsa Neteweyî ya Firansayê hevdîtin pêk anî.    Şandeya ku ji Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Alîkara Hevseroka Berpirsa Ji Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Feleknas Ûca, Parlementerê Colemêrgê Saît Dede pêk tên li Fransayê rêzecivîn pêk anîn.   Pervînê û heyeta pê re, bi komên siyasî yên li Meclîsa Neteweyî ya Fransayê re civiyan.   Şandeya ku piştî bi Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Fransa Olîvîer Faûre û bi sekreterê neteweyî yê partiyê Dylan Boûtîflat re civiya û şûnde bi Alîkarê Serokê Parlamentoyê ji Partiya Komûnîst a Fransayê Pîerre Laûrent, Serokê Koma Partiya Komûnîst Andrê Chassaîgne, Senedor Pîerre Dharrevîlle û ji berpirsê Têkiliyê Derve yê Partiya Komunîst Pascal Torre re civiya.   Şande piştî saetên nîvro bi Partiya Çep a Fransa û Koma Parlementoya Fransa a Serî Natewîne re bi tevlîbûneke mezin civiya.   Ji kesên pêşîn ên Koma Fransayê ya Serî Natewîne û namzetê Serokkmariya Fransayê Jean-Lûc Malenchon, Serokwekîlê Koma Fransayê ya Serî Natewîne Erîc Coqûerel û Parlementer Mathîlde Panotsol, Serokê Partiyê Jean-Chrîstoph Selîn re civînek berfireh hate kirin.   Di hevdîtinê de li ser pêşketin û bûyerên siyasî yên li Tirkiye û herêmê nîqaş hatin kirin, di heman demê li ser têkiliyên Fransa-Trkiye jî nirxandin hatine kirin.   Şande wê sibehê jî bi nûnerên komên din ên li parlemetnoyê ne re bicivin.