Pervin Buldan: Ew ê tu kes nikaribin me ji rêya me vegerînin 2021-11-02 13:29:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan di çalakiya di çarçoveya kampanyaya "Em HDP'yî ne em li her derê ne" de li Parisê hat lidarxistin axivî. Pervinê wiha got:"Me soz da Figen Yüksedag, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak. Ew ê tu kes nikaribin me ji rêya me vegerînin."   Heyeta HDP'ê ya Feleknas Ûca û Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Sait Dede jî di nav de di çarçoveya kampanyaya "Em HDP'yî ne em li her derê ne" de li Parisa Firansayê çalakî li dar xist. Heyeta Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan beşdarî hevdîtana gel li paytexta Parisê ya Firansayê hat lidarxistin bû.    'Ew ê tu kes nikaribin me ji rêya me vegerînin'   Pervînê da zanîn ji ber rêya siyasetê tê girtin mirov mecbûrî sirgunê tên kirin û wiha got:"Wekî Demirtaş got ew ê rojekê ev keştî bigihêje lîmanê. Me soz da Figen Yüksedag, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak. Ew ê tu kes nikaribin me ji rêya me vegerînin."