Ebrû Gunay: Xezeba wan ji tirsa dilê wan tê 2021-10-14 12:54:41     ENQERE - Di civîna çapemeniyê ya heftane de berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, 9’emîn salvegera partiya wan li gel, xebatkar û hezkiriyên HDP'ê pîroz kir û got: "Gotin em ê bi heps û zindanan HDP’ê xelas bikin, lê roj bi roj dibînin ku HDP xelas nabe û îro bûye kabûsa wan. HDP hemû hesabên wan tarûmar dike. Loma, xezeba wan, ji tirsa dilê wan tê.    Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, li Navenda Giştî ya HDP'ê, civîna çapameniyê ya heftane li dar xist û geşedanên rojanê yên siyasî nirxand. Di rojeva Ebrûyê de salvegera damezrandina HDP'ê, gefên êrişa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebûn.    Destpêka axaftina xwe de Ebrû, bal kişand ser salvegera damezrandina partiya wan û destnîşan kir ku wê vê hefteyê 9’emîn salvegera avakirina partiya xwe pîroz bikin. Ebrû, 9’emîn salvegera partiya wan li gel, xebatkar û hezkiriyên HDP'ê pîroz kir û wiha got: "HDP roj bi roj mezin dibe, meh bi meh bi hêz dibe, sal bi sal bi pêş dikeve. Ji Edîrneyê heta Îdirê, HDP hêvî û baweriya gelan, jinan, ciwanan û bindestan e. Meşa me ya azadî û demokrasiyê didome. Ew meş heta serkeftinê wê bidome û tu carî nasekine. Em bernadin vê dîlan û govenda azadiyê. Em bernadin vê meydanê. Em dest bi dest, mil bi mil vê govendê mezin dikin."   Derbarê êrişên ku li dijî partiyan tên kirin de jî Ebrû, destnîşan kir ku bi êrişên hewl tê dayîn ku HDP'ê bê bedengkirin û ev tişt anîn ziman: "Loma hevserok, parlementer û endamên HDP’ê avêtine zindanan. Bi hezaran HDP’yî girtin. Gotin em ê bi heps û zindanan HDP’ê xelas bikin, lê roj bi roj dibînin ku HDP xelas nabe û îro bûye kabûsa wan. HDP hemû hesabên wan tarûmar dike. Loma, xezeba wan, ji tirsa dilê wan tê. Ez careke din bibêjim; riya HDP’ê riya azadî, aştî û demokrasiyê ye. Riya HDP’ê riya siberojeke xweş û rengîn e. HDP baxçeyê gelan, baweriyan û nasnameyan e. Pîroz be!"   Ebrû, da zanîn ku li hemberî jinan polîtîkayên dijminatiyê tê meşandin û got: "Bi polîtîkayên dijminatiyê maf û destkeftiyên jinan tên xespkirin. HDP a ku rengê siyasetê bi hewldana jinan guhert, partiyek bi hêz a jinê ye. Ji bo têkoşîna maf û azadiya jinê tu carî li hemberî zext û tehdîtan serî netewandiye. HDP xwedî li mîrateya jinan a sedsalan derket. Jinên ku gotin 'li ser vê erdnegariyê jin hene û jin dê azad bibin' anî cem hevdû. Li dijî xespkirina vîna jinê HDP bi berxwedana xwe bû sembol."    Ebrû, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser daxuyaniyên desthilatê yên derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û têkildarî wiha pê de çû: "Ev gur e gura şer ji bo fetisandina siyasetê û kûmpasa li dijî muxalefetê ye. Bi awayekî wêrek serdeçûyîna van şaşiyan peywira rasteqîn a siyasetê ye."