Semra Guzel: Bi gotinan pirsgirêk nayê çareserkirin 2021-10-13 09:03:52   Selma Çaglak    AMED - Parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel diyar kir ku yên ku pirsgirêka kurd çareser neke nikare di îqtîdarê de bimîne û got: “Pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêka Tirkiyê ye, di heman demê de pirsgirêka Rojhîlata Navîn û pirsgirêka navneteweyî ye. Gelê Kurd nerînek samîmî dixwaze û çareseriyek mayînde dixwaze."   Der barê çareseriya pirsgirêkên giştî yên Tirkiyeyê de di 27'ê îlonê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) “Deklarasyona Banga Edalet, Aştî û Demokrasiyê” eşkera kir. Mijarên ku di deklarasyonê de cih girtin û her wiha nîqaşên çareseriya pirsgirêka kurd bûn rojevên sereke yên siyasetê. Mijarên ku bûn sereke ji hêla muxalefetê ve bêyî HDP'ê tên nîqaşkirin. Têkîldarî mijarê de parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel ji ajansa me re axivî.   'Gelê Kurd wek depoya dengan tê nirxandin'   Semra diyar kir ku yên ku îro pêvajoyê diyar dikin kurd in û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ne tesadûf e ku îro pirsgirêka kurd tê nîqaş kirin. Ji ber ku pirsgirêka Tirkiyê ya herî mezin û girîng pirsgirêka kurd e. Niha ji bo çareseriyê helwest û pêşniyaz hene û yên me jî hene. Gav avêtina ji bo çareseriyê girîng e. Gelê kurd nerînek samîmî dixwaze. Çareseriyek mayînde dixwazin û êdî Gelê Kurd wek depoyek ji bo hilbijartinê naxwaze bê bikaranîn."   'Avakirina komîsyonê girîng e'   Semra, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser muxatabiyê û got: "Yên ku îro mijara pirsgireka kurd tînin ser ziman samîmî bin, divê bi kurdan re nîqaşan bikin. Mijara muxatabiyê tê nîqaşkirin. Em dikarin bêjin ku muxataba wê pirsgirêkê gelek in. Em wek HDP navnîşana çareseriya vê pirsgirêkê ne. Cihê ku ew pirsgirêk bê çareser kirin jî meclis e. Divê şandeya kesên aqilbend bê avakirin. Meclîs ji gelek aliyan ve ji bo çareseriyê xwedî rolekê girîng e. Hem ji aliyê zagonan hem jî ji aliyê avakirina komîsyonan ve xwedî rolekê girîng e. Lê divê di mijara muxataban de yek alî neyê nihêrin.”   'Gelo CHP çiqas samîmî û durîst e'   Semra, nirxandinên CHP’yên demên dawiyê jî wiha şîrove kir: "CHP ji damezrandina Komara Tirkiyeyê heta niha heye. Ji ber vê yekê ew pirsgirêka ku herî zêde baş dizane ev partiye û divê li ser hûr bibe. Niqaşkirina pirsgirêka kurd a ji aliyê CHP girîng e lê belê divê em bifikirin ku çiqas samîmî û durîst e. Dê CHP der barê mijarê dê çiqasî gavên şênber biavêje. An jî plan û projeyên wê yên li ser vê mijarê heye gelo? Tevî van yekan divê baş bê zanîn ku bi gotinê ev pirsgirêk nayê çareser kirin. Yên ku bûn îqtîdar gotin em ê pirsgirêka kurd çareser bikin.  Lê belê di destê wan de ma û ketin nav rûpelê dîrokê ya qirêj. Erdogan jî gava bû îqtîdar got ez ê çareser bikim. Ewilî got 'Pirsgirêka kurd heye divê bê çareser kirin'. Piştre got 'Heke hûn nebînin pirgirêka kurd tune ye'. Niha jî dibêje 'me ew pirsgirêkê çareser kir û xelas kir'. Ango hemû kesên ku tên li ser desthîltdariyê pirsgirêka kurd tîne li ser ziman. Lê divê em vê jî destnîşan bikin ku yên ku tên li ser desthîlatdariyê heya îro pirsgirêka kurd çareser nekin nikarin desthîlatdariya xwe berdewam bikin.”   'Tenê bi gotinan çareserî nabe...'   Semra da zanîn ku rola meclîsê di çareseriya pirsgirêka kurd de girîng e û wiha bi lêv kir. "CHP ji bo çareseriyê meclîs wek navnîşan nîşan da û belê raste navnîşana wê pirgirêkê meclis e. Lê diyarkirina muxatan jî divê Gelê Kurd diyar bike. Dibe ku CHP xwe yek ji aliyek muxataba vê pirsgirêkê dibîne. Lê belê diyarkirina muxataba aliyê din divê Gelê Kurd diyar bike. Ji bo pirsgirêkek bi awayekî mayînde bê çareser kirin divê helwest di gotinan de nemîne. Di navbera salên 2013-2015’an de ji bo çareseriyê hin gav hatibû avêtin. Heke ew pêvajo bihata berdewam kirin dibe ku pirsgirêka kurd jî bihata çareserkirin. Lê belê heta îro jî di meclîsê de komîsyonek nehatiye avakirin û qanûnek nehatiye amadekirin. Heke girtiyên siyasî hêj li di girtîgehan de bin, ev tişt tê wateya ku heta niha tu gav nehatiye avêtin."   'Di hilbijartinan de bandora HDP'ê'   Semra, diyar kir ku HDP li Tirkiyeyê partiya sêyemîn e û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em partiyeke meşrû ne û li Tirkiyê partiya sêyemîn in. Em wek HDP’ê namzeta çareserkirina hemû pirsgirêkan e. Îro li Tirkiyê pirsgirêkên cûrbicûr hene ku werin çareserkirin. Di vê hêlê de xebat û pêşniyarên me jî hene.  Baş tê zanîn ku encama hilbijartinê HDP diyar dike û gelek deng ji HDP’ê re tê. Desthîlatdar wî tiştî dizane muxalafet jî wî tiştê baş dizane. Me di hilbijartinên herêmî de bandora HDP'ê nîşanda û encamek çawa derxist holê. Gelek şarederî ji bo ku kurd rayên xwe neda desthîlatdar ew şaredarî winda kir.”   'Pirsgirêka kurd pirsgirêkeke navneteweyî ye'   Semra wiha dawî li axaftina xwe anî: “Êdî pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêka Tirkiyê ye, di heman demê de pirsgirêka Rojhîlata Navîn û pirsgirêka navneteweyî ye. Lewra divê hemû partiyên ku dixwazin li ser vê mijarê gav biavêjin bi vî nêzîkatiya çareser bikin. Me di deklarasyona xwe de aşkere kir. Di deklarasyonê de bi taybetî li ser vê mijarê sekinîn. Çareseriyek bi demokratîk û siyasetek bi demokratîk me destnîşan kir."