Ebru Gunay: Ji çareseriyê pê ve tu rêyeke din tune ye 2021-09-24 13:34:22     ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay têkildarî mijara muxatabiya pirsgirêka kurd axivî û got: ''Meseleya kurd pirhêlî ye, cihê çareseriyê parlamento ye û Rola brêz Ocalan a di vê mijarê de girîng e.''    Berdevka HDP'ê Ebru Gunaya, bal kişand ser bersiva Sererkomar Recep Tayîp Erdogan ku derbarê pirsa kurd de da rojnamegeran û a ku got, "pirsgirêka kurd tune ye, me çareser kiriye"  û wiha got, "Gelo we pirsgirêka kurd li eywanên dadgehan bi dozên kupasê re çareser kir."   Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li ser nîqaşa "muxatabiyê" ya li ser pirsgirêka kurd li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.    Ebru nîqaşên van rojên dawî bi bîr xist û diyar kir ji nîqaşan jî tê fêhmkirin ku pirsa herî mezin a Tirkiyê meseleya kurd e û got: ''Meseleya kurd bi esasî meseleya demokrasiyê ya Tirkiyê ye. Bêyî ku meseleya kurd çareser bibe Tirkiye demokratîk nabe, heta ku Tirkiye demokratîk nebe meseleya kurd çareser nabe.''   'Daxwaz li ber zelal in'    Ebru di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: ''Li ser meseleya Kurd û mijara muxatabiyê em hin nêzîktêdayinên neçê dibînin ku wê Tirkiyê ber bi neçareseriyê ve tehf bide. Li vir dixwazim vê bi rengekî aşkere bibêjim. Daxwazên kurdan zelal in, muxatabên meselê jî diyar in, rêya çareseriyê zelal e. Nîqaşên ji bo çareseriyê divê bi rengekî cidî, bi aqilgirtina ji dema bihurî û înkarnekirina tiştên ku hatine jiyîn werin kirin. Ji bo me biqîmet e ku Rêzdar Kiliçdaroglu ev nîqaş daye destpêkirin û muxalefet li ser mijara çareseriyê xwedî înîsiyatîf be. Tirkiye divê vê nîqaşê bêyî ku tiştên ku berê qewimîne înkar bike, bi aqilgirtina ji tiştên ku qewimîne bi cidibûneke siyasî rêve bibe.''   'Çareserî li parlamentoyê ye'    Ebru destnîşan kir ku cihê çareseriya demokratîk û aştiyane Parlamento ye û ev rastî gelek caran ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatiye gotin, divê qanûn werin derxistin û pêvajo bi şahidiya Parlamentoyê were mîsogerkirin, hemû gavên ku wê werin avêtin li ser hîmê qanûnan were rûniştin. Ebru got : ''Ji bo Ocalan, Parlamento ne tenê cihê ewlekirina pêvajoyê, her wiha cihê mayindekirina pêvajoya çareseriyê jî bû. Her wiha gelek caran gotiye ne tenê AKP, di serî de CHP hemû partiyên li Parlamentoyê divê tevlî pêvajoyê were kirin. ''   'Roja Ocalan girîng e'    Ebru li ser rola HDP'ê û Ocalan jî axivî û wiha got: ''HDP partiya Tirkiyê ye, weke li ser hemû meseleyên Tirkiyê, li ser meseleya kurd jî çareserî ji bo xwe weke peywirekê diyar kiriye. HDP xwedî wê biryardarî û îradeyê ye ku meseleya herî mezin a Tirkiyê bi çarçoweya demokratîk çareser bike. Çawa ku li ser hemû mijaran muxatab e, li bara vê meseleya giran jî muxatab e. Em weke partiyeke muzakereya demokratîk,  çareseriya pirsa Kurd ji bo Tirkiyeyeke demokratîk bivenevê dibîninin, ji ber vê, îro jî sibe jî em ê bi hewldana çareseriyê bin. Mesele pirhêlî ye û li ser mijara çareseriyê helbet mirov nikare rola Ocalan ji nedîtî ve were."   'Ev mesele ji sînorê Tirkiyeyê buhirî ye'    Ebru bal kişand ser pirsgirêka kurd ku bûye kêşeyek navnetewî û wiha got: "Lê her kesê ku bûye şahidê çil salan ên Tirkiyê dizane ku mesele pirhêlî ye, tevlîhev e. Meseleye ku ji sînorê Tirkiyê bihuriye, ji herêmî jî derketiye û bûye meseleyeke navnetewî, divê bi hemû aliyên wê re were muzakerekirin û çareserkirin. Mirov nikare rastiya Rêzdar Ocalan ku dibêje, '2Derfetê bila bidin ez ê vê meseleyê di nav heftiyekê de çareser bikim'', ji nedîtî ve were. Ji ber vê, nîqaşên muxatabiyê qediyaye. Ya ku divê li ser were axaftin ew e bê ka wê Tirkiyeyek demokratîk çawa were avakirin, aştiyeke birûmet çawa were avakirn. Ji ber vê, em partî hazir in ku berpirsyariya ku dikeve ser me bi cih bînin. Em hêvî dikin, nîqaşên çareserî û muxatabiyê yên van rojên dawî ku em qedr didinê û pir girîngiyê didinê, rê li deriyê serdemeke nû veke. Li ser vê mijarê em hêvîdar in û jixwe ji bo dahatuya Tirkiyê ji çareseriyê pê ve ti rêyek nîne.''