Endama Komîteya Têkiliyên Derve Leyla Arzu Îlhan: Mexmurî li ber xwe didin 2021-09-06 09:06:19   STENBOL- Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmurê Leyla Arzu Îlhan, diyar kir ku ambargo, êrîşên dewleta tirk, êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji çar alî ve didomin. Leylayê got: “Li dijî êrîşan gelê me her tim li ber xwe da. Niha jî di berxwedanek mezin de ye. Ez bang li saziyên navneteweyî dikim. Li dijî vê bêdeng nemînin û nebin hevkarên sûc.”   Artêşa Tirk li hember Şengalê êrîşa hewayî pêk anî û piştî vê li hember Kampa Mexmurê ya li Herêma Federal a Kurdistanê ye û di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye, bi Wesayîtên Hewayî yên Bêmirov (SÎHA) bombebaran pêk anîbû. Di pêvajoya dawî de êrîşên li hember Mexmurê zêde bûn û şêniyên Mexmurê li dijî rayagiştî ya navneteweyî bi bertekin. Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmurê Leyla Arzu Îlhan diyar kir ku baweriya wan bi sazî û dezgeyên hegomonîk yên netew dewletan ava kirine, nemaye û banga têkoşîna topyekun kir.   ‘Li her derê êrîşî Kurdan dikin’   Leylayê destnîşan kir ku Mexmur û Şengal bi awayekî sîstematîk ji aliyê Tirkiyeyê ve tên bombebaran kirin û wiha dirêjî dayê: “êrîşên tên kirin ji konsepta qirkirinê ya giştî cuda nayê nirxandin. Dewleta tir, li her derê êrîşî kurdan dike. Di 28 salan de li Mexmur gelek caran êrîş pêk hat. Niha jî bi çavsoriyek mezin êrîşî gelê me dikin. Di salên dawî de bi êrîşan dixwazin  destkeftiyên gelê me tune bikin, gelê rêxistinkirî belav bikin.”   ‘Êrîş ne tesaduf e’   Leylayê daxuyakirin ku êrîş piştî ‘Konferansa Hevkarî û Yekitiya Kar a Bexdayê’ ya di 28’ê Tebaxê de li Bexdayê dest pê kir û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çawuşoglu tevlî bibû şûnde pêk hatiye û got: “Li Tirkiyeyê di salên 1990’î de bi valakirina gundan re bi hezaran welatî neçar man koçî Mexmurê bikin. Çawa ku Kurditan ji aliyê çar netew dewletên îslamî ve hat parçekirin îro jî polîtîka dagirkirinê bi vê ferasetê didome. Belê em li axa Iraqê û herêmeke di bin kontrola koalîsyona navneteweyî de dijîn, lê dewleta tirk tê li ber çavê hemûyan, di bin kontrola NY’ê de li kampê dixe. Ev jî nîşan dide ku ev hêz bi Tirkiyeyê tevdigerin û planekî wan heye.”   ‘Di şexsê PDK’ê de Kurdên hevkar dikin dewrê’   Leylayê destnîşan kir ku di dema ku navbera Iraq û dewleta tirk de lihevkirinên leşkerî û bazirganî dihat kirin de  Mexmur û Şengal ji aliyê dewleta tirk ve hatiye bombebarankirin û wiha dirêjî dayê: “Gelo ev ne êrîşek hevkare çi ye?Dewletên mêtînger ji bo hebûna xwe bidomînin, qirkirina kurdan pêk tînin û ji bo vê jî  qirkirina kurdan bi hev re dikin.Di şexsê PDK’ê de jî Kurdên hevkar xistine dewrê.”   ‘Hêzen hegemon qanûnên xwe jî dipelçiqînin’   Leylayê nirxandina xwe wiha berdewam kir: “ Êrîşên tên kirin û qetilkirina sîvîlan sûcê mirovahiyê ye. Ger ku mijar qirkirina Gelê Kurd be hêzên hegemon qanûnên xwe jî dipelçiqînin. NY li dijî hemû sûcên djimirovahî bêdeng dimînine. Heyeta li Şengalê serokwezîrê Iraqê pêşwazî kir, ji aliyê dewleta tirk ve hedef hat girtin, li sûka ji gel re vekirî qetil dike û nexweşxaneyek tê bombebarankirin. Lê parêzvanên mafên mirovan bêdengin. Ev bêdengî heta ku bidome wê dewleta tirk jî êrîşên xwe bidomîne. “   ‘Em ambargoyê ji polîtîkayan cuda nagirin dest’   Leylayê her wiha balkişand ser ambargoya ev du sal zêde ye bi PDK’ê  li ser kampê tê  kirin û wiha vegot: “Em ambargoyê ji polîtîkayên qirkirinê cuda nagirin dest. Dewleta tirk bi destê Kurdên hevkar polîtîkayên qirkirinê giran dike. Bi ambargoyê dixwazin me biçewisînin. Dixwazin îrada me bişkînin û teslîm bigirin. Lê em li dijî van êrîşan her tim di berxwedanê de ne û niha jî berxwedanek mezin heye.”   ‘Baweriya me nemaye’   Leylayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Baweriya me bi sazî û dezgeyên ku bi destê dewletên binpêker hatiNE avakirin tune ye. Ji ber vê jî divê li dijî van polîtîkayên qirkirinê berxwedanek mezin bê nîşandan. Bêdengiya li dijî êrîşan wê êrîşên hîn bêtir giran bi xwe re bîne. Ji bo vê jî divê bi awayekî xurt li dijî êrîşan deng derkeve. Em bi hev re dikarin pêşî li vê zîhniyeta qirkirinê bigirin. Divê berxwedan û têkoşînek topyekun hebe.”