Pero Dundar: Divê li hemberî tecrîdê bêdengî berdewam neke 2021-08-26 14:33:11     MÊRDÎN - 2'yemîn Kongreya Awarte ya Rêxistina HDP'ê ya Mîdyadê hat lidarxistin. Parlamenter Pero Dundar di kongreyê de bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û greva birçîbûnê û got divê li hember vê yekê bêdengî berdewam neke.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Midyada Mêrdînê 2’yemîn Kongreya Awarte li dar xist. Kongre li otelek li navçeyê pêk hat û Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar, nûnerên suryanan û kurdên êzidî û gelek kes beşdar bûn.    Parlamenter Pero Dundar di kongreyê de axivî û da zanîn ku dema ew li ser bingeha gelan û baweriyên li Midyadê dijîn dinêrin dibînin ku prototîpa HDP’ê ye û divê li navçeyê rêxistinbûna xwe xurt bikin. Pero anî ziman ku aliyek demokrasî, azadî û aştiyê dixwaze û aliyek jî şer dixwaze heye û got: “Siyaseta vê îqtidarê Tirkiyeyê, gelan û civakê dabeş dike.”    Di kêliya axaftina Pero de polîsan xwest bi bi kamerayê bikevin eywana kongreyê. Rêveberên HDP’ê bertek nîşanî polîsan dan û nehiştin bikevin hundir. Pero bertek nîşanî polîsan da û got polîs tenê dikevin kongreya partiya wan û di kongreyên tu partiyên din de ev yek pêk nayê.    Pero bal kişand ser tecrîda Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û greva birçîbûnê û got divê li hember vê yekê bêdengî berdewam neke. Pero diyar kir ku divê li dijî sepanên antîdemokratîk ên îqtidarê têkoşîn were kirin û wiha axivî: “Divê her kes bi hêvî û hêzdar be û bi xwe bawer be. Çimkî emrê vê îqtidarê kurt e.”    Hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat û Hulya Barbara Akay û Zubeyîr Erîk ji bo hevserokatiya navçeyê hatin bijartin.