‘Li hemberî AKP-MHP'ê xwe biparêzin' 2021-08-24 09:03:37     Sema Çaglak   AMED - Endama Meclîsa DBP’ê Zeynep Uren, diyar kir ku niha li Rojhilata Navîn trajediyek heye û got: "AKP-MHP, êdî nikare bi derewan siyasetê bike. Çawa ku Talîban li Efganîstanê bi şerîatê tevdigere îktîdar jî ber bi şeriâtê ve diçe. Ji bo gelên li Tirkiyeyê ew tişt xetereyeke mezin e. Divê jin û gelên li Tirkiyeyê dijîn li hemberê polîtîkayên AKP-MHP’ê xwe biparêzin.”   Siyaseta ku hem li Rojhilata Navîn û hem jî li her çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin dê bandorê li peşeroja gelan bike. Serdestiya Talîban a li Efganîstanê, erişên Arteşa Tirk a li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê, nîqaşên statuya kurdan a li Rojava, êrişên nîjadî yên li hemberî kurdên ku li bajarên Tirkiyeyê dijîn û operasyên leşkerî û siyasî yên li herêmê. Mijarên sereke yên ku niha tên nîqaşkirin e. Derbarê hemû mijaran de endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Zeynep Uren ji ajansa me re axivî.    'Li Rojhilata Navîn trajediya mirovatiyê'    Zeynep, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Rojhîlata Navîn û got: "Îro li Rojhilata Navîn de kaoseke gelek mezin tê jiyîn. Em rewşa Iraqê ber bi çav e, rewşa Talîban ber bi çav e. Wextê ku merov berê xwe dide bi rastî jî li Rojhîlata Navîn trajediyek tê jiyîn. Rojhîlata Navîn bi koçberî, êrîş û trajediyan re rûbirû hatiye hiştin. Îro li Efganîstanê 20 sal in li hemberê hişmendiya baviksalarîyê têkoşîna jinê heye. Li hemberê dagirkeriya mêr, li hemberê şerîatê ku dixwazin jinê kole bikin têkoşînek hatiye meşandin. Li hemberê wan kedekê mezin a jinê heye û îro jî li ber xwe didin. Mirovên wek DAIŞ'ê, wek Talîbanê, mirovên ku li hemberê xwezayê mirovatiyê û li hemberê azadiyê ne, îro qad ji wan re maye. Talîban çawa ku li Efganîstanê bû xwedî hêz, Emerîka got ez mecbûr im ku pê re rûnim ser maseyê. Ew jî nîşan dide ku pîvanên wan ê mirovatiyê tune ye."   ‘Trajediya ku li Şengalê pêk hat nayê ji bîrkirin'    Zeynep, di berdewamiya axaftina xwe de li ser êrîşa Şengalê sekinî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heke îro li Şengalê nexweşxaneyek bê bombekirin pêwîst e ku hemû kurd bertekên mezin nîşan bidin. Ne tenê kurdên bakurê Kurdîstanê, çar parçeyên Kurdîstanê û di heman demê de jî hemû rêxistin û partiyên kurdan bertek nîşanî vê êrîşê bidin. PDK’ê jî îro pêwiste ku li hemberê wê êrîşê helwestek bi tund nîşan bide. Çawa ku DAIŞ’ê li ser êzidiyan qetlîam pêk anî û li hemû cîhanê belav bû. Sed sal jî derbas bibe ew trajediya ku li kurdan û li ser jinê hatî meşandin mirovatî ji bîr nake. Em îro dibînin ku êzidî dixwazin xwe bi xwe biparêzin û xwe birêve bibin. Dema ku êrîşên yekem pêk hatin hikûmeta Iraq û hikûmeta Başûr jî hebûn. Lê herdû jî Şengal ji DAIŞ’ê re hiştin. Divê em jî xwedî li Şengalê derkevin, xwedî li êzidiyan derkevin û li hemberê êrîşên li ser wan helwestek bi tund nîşan bidin.'   ‘Li hemberî Gelê Kurd neyartiyek heye...'    Zeynep diyar kir ku di vê pêvajoyê de yên ku dixwazin li Rojhîlata Navîn bibin xwedî hêz, plan û lîstîkên xwe li ser kurdan dimeşînin û wiha bi lêv kir: "Ew êrîşa ku li ser nexweşxaneya Şengalê pêk hat, bi êrîşa DAIŞ’ê ve heman tişt e. Dîsa êrîşa ku li Konyayê pêk hatî û di encamê de 7 kurd hatibûn qetîlkirin hemû girêdayî hevdû ne. Ji ber vê yekê gerek kurd wê tiştî bibîne. Divê PDK’ê bibîne, Tevgera Goran bibîne, YNK’ê bibîne, bila hemû kurd bibîne ku neyartiyek aşkere li ser kurdan a ji aliyê Rejîma AKP-MHP’ê heye. Li hemberê wan êrîşan jî lazime ku em yekitiya xwe ava bikin. Heke em li hemberê wan yekitiya xwe bidin ava kirin dê gelê me ji nav wan aloziyan bi serkeftî derbas bibe. Ji ber ku gelek taybetmendiyên kurdan heye ku ji bo hêzên hegemonîk wan dixe wek hedef. Ji ber wan berhem û deskeftiyan me gelekî berdel daye. Ew nêzî 50 sal in li hemberê wê zilm û koledariyê têkoşîn û berxwedanek mezin heye. Lewra divê seknekê me a bi rûmet hebe."    ‘Gel ji siyaseta ku tê meşandin haydar in'    Zeynepê destnîşan kir ku li hemberê hemû êrîşan gelê kurd paş gav de navêje û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Îro ew aloziya ku di navbera Iraqê de tê jiyîn gerek kurd hay ji xwe hebin. Ji ber ku li başûrê pêşengtiyek nîne. Siyasetek serarast nayê meşandin. Her wiha li Bakurê jî êrîşek mezin li ser siyaseta kurd heye. Ew demek dirêje em wek DBP û HDP plansaziyek bi gel re dimeşînin. Di wan plansaziyan de em bi gel re tên cem hevdû. Em bi gel re nîqaşan didomînin. Em bi gel re tecrîda li hemberî rêberê xwe û hevalên xwe yên girtî nîqaş dikin. Ji 7’ê salî heta 70’ê salî êdi herkes zilma heyî dibîne. Em dibînin ku gelê me siyasetê nêz ve dişopîne. Jinên ku li ber tendûrê nan dipêjin jî ji siyaseta ku tê meşandin haydar in."   ‘Di şewatên daristanan de kurd û tirkan tînin li hemberî hev'    Zeynep di axaftina xwe de wiha bal kişand ser şewidandina daristanan: "Yek ji polîtîkayên AKP-MHP’ê ew e ku bi şewata daristanan û kerasetên xwezayî kurd û tirkan bîne li hemberî hev. Dema agir bi daran dikeve kurdan hedef nîşan dide. Li şûna ku tedbîran bigire polîtîkayên dijminatiyê ya li hemberî kurdan pêş dixe. Tenê mal û milkên welatiyan didize û tiştek nake. Mînak li gelek bajaran lehî çêbû. Ew bajarên ku 20 sal in li ber qeraxên çem hatine ava kirin di bin lehiyê de man. Li wir kî ye sûcdar e? Hikûmetek ku bêsînor berjewendiyên xwe difikire li hemberê me heye. Hem bajar di bin xetereyê de ye, hem jî xweza di bin xetereyê de ye. Lê nikarin tevdîran bigirin.”   ‘AKP-MHP’ê polîtîkayên Talîbanê diecibîne'    Zeynepê destnîşan kir îro rewşa Tirkiyeyê di bin xetereyek mezin de ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Em her çiqas ji bo azadiya xwe li ber xwe didin jî lê belê zîhniyeta AKP-MHP’ê ji bo hemû gelan xetere ye. Pîvanên wî li dijî mirovatiyê ye. Îro polîtîka û siyaseta Talîbanê ya li hemberê gelan û jinan ji aliyê hemû cîhanê ve tê zanîn. Lê îktîdara AKP-MHP’ê dikare bêje ku 'em polîtîkayê wan diecibînin. Em dikarin wan nas bikin'. Ji ber ku berjewendiyên wan tu sînorên exlaqê nas nake. Lewra êdî mirov naxwaze çapemeniya desthîlatdariyê temaşe bike û guhdar bike. Ji ber ku hemû tişên derew nîşan didin. Ango di çapemeniya AKP-MHP’ê de ji xeynî derew û polîtîkayên şer ên taybet tiştek din nîn e."   ‘Li hemberî AKP-MHP'ê xwe biparêzin'    Zeynepê, anî ziman ku desthîlatdara AKP-MHP’ê her tiştî firotiyê û got: "Rewşa aborî ya Tirkiyeyê diyar e lê belê ji bo bidestxistina rantê ewqas înşaatên girtîgehan çêdikin. Hemû tiştên xwe bi rantê dimeşînin. Ew 20 sal in ji xeynî rantê tiştek nakin. Ji ber ku aligîrê xwe bi wê rêbazê li cem xwe digirin. Lê êdî ew jî xelas bû. Ji ber ku bi îdeolojiyek derewan nikare xwe li ser piyan bigire. Çawa ku Talîban bi şerîatê ve tevdigere îktîdara AKP-MHP’ê jî li ber şeriâtê ve diçe. Ji bo Gelê Tirkiyeyê, ji bo jinên ku li Tirkiyeyê dijî jî xetereyek gelek mezin heye. Loma divê em bi hişyarbin. Divê jin û gelên li Tirkiyeyê dijîn li hemberê polîtîkayên AKP-MHP’ê jiyana xwe biparêzin.”   ‘Baweriya me bi serkeftinê heye’   Zeynep bal kişand ser berxwedan û têkoşînê û dawî li axaftina xwe anî: "Li hemberê wan êrîşan hîn bêhtir berxwedan û yekitî pêwist dike. Em hêzek in. Ji bo ku em zêde êş nekişînin pêwist e em yekitiya xwe bidin ava kirin. Bi salan e tişta ku me bidest xistiye ew têkoşîn û berxwedana me ye. Baweriya me bi serkeftinê heye.”