Ji Çewlîgê peyama ‘Çareserî dê bi rakirina tecrîdê pêk bê’ 2021-08-13 19:14:29       ÇEWLÎG - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, li Çewlig'ê bi gel re hatin gel hevdu. Pervîn destnîşan kir ku êdî wextê vê desthilatdariyê qediyaye. Keskîn Bayindir jî da zanîn ku gelê kurd çareseriyê dixwaze û çareserî jî bi rakirina tecrîdê pêkan e.   Di çarçoveya kampanyaya "Em HDP ne, li her derê ne” ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li bajaran hevdîtina gel pêk tên. Di çarçoveya kampanyayê de îro bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir li Çewligê civîna hat lidarxistin. Parlamenterên HDP'ê Alîcan Onlu, Hişyar Ozsoy, Erdal Aydemîr û rêxistina HDP'ê ya Çewlîgê jî beşdarî civîna gel bûn. Di hevdîtinê de pankarta "Em HDP'î ne û li her derê ne" hat vekirin û gelek caran girse bi dirûşma "HDP gel e, gel li vir e" berz kirin.   'Ew devran devrana Gelê Kurd e'   Di destpêkê de Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û destnîşan kir ku Gelê Kurd di pêvajoyek dîrokî de derbas dibin û wê ser bikevin. Keskîn, got: "Ew devran devrana Gelê Kurd e. Li girtîgehan bi sedan girtî ji bo rakirina tecrîdê di greva birçîbûna de ne û li ber xwe didin. Em di pêvajoyek dîrokî û girîng de derbas dibin. Ji ber vê yekê pêwist e ku gel ji bo bidestxistina azadiya pîroz bixebitin û ew hêzên dagirker û faşîst têk bibin."   'Gelê kurd çareseriyê dixwaze'   Keskîn wiha axaftina xwe berdewam kir: "Hûn çiqas êrîş li gelê me bikin jî, hûn çiqas bi girtin û binçavkirinan bixwazin me biçewisînin dê Gelê Kurd çok daneyîne û li hemberê hêzên dagirker dê têbikoşe. Gelê Kurd çawa têkoşîn û berxwedana xwe bilind dike ji bo tecrîdê jî heman hêzê nîşan dide. Gelê Kurd çareseriyê dixwaze. Çareserî jî bi rakirina tecrîdê bi pêkan e. Gelê Kurd çawa îro li ber xwe dide û çîrûska têkoşînê ronî dike wê pêşerojê de jî bike."   'Îro li welat kaosek heye’    Piştî axaftina Keskînê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û bal kişand li ser pêvajoya çareseriyê û got: "Heke maseya çareseriyê nehata wergerandin wê ne Îdrîs Baluken, Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Sebahat Tuncel ne jî hemû girtiyên siyasî li girtîgehan de bûna. Heke ew mase nehata wergerandin ew ê îro tecrîd ewqas hemû welatê dorpêç nekira. Îro di vê welatê de felaket û kaos tê jiyîn. Welat dişewite, êrîşên nijadî çêdibe û ew jî temaşe dikin. Heke kî ji bo aştî û demokrasiyê bixebite wan dixin girtîgehan."   'Hûn nikarin HDP'ê bigirin'   Pervîn ser êrîş û zextên li hemberî HDP'ê sekinî û  destnîşan kir ku HDP her ku diçe hêza xwe mezintir dike. Pervîn diyar kir ku HDP'ê deriya çareseriya ji bo gel e û wiha bi lêv kir: "Hûn tu carî nikarin HDP'ê bigirin. Yên ku dixwazin bigirin ew ê daxwaza wan di qirika wan de bimîne. Ji ber ku HDP ji nû nehatiye vekirin, her ku diçe xwe mezintir dike û ji gelê xwe re dibe bersîv."   'Desthîlatdar tenê ji bo polîtîkayên şer dixebite'   Pervîn di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku Tirkiyê niha bi karesetên xwezayî re rûbirû ne û wiha domand: "Lê belê serokkomara Tirkiyeyê li hemberê van pirsgirêkan tenê ji welatiyên xwe re çay davêje. Dîsa li daristanên ku dişewitin hene. Lê dîsa jî desthilatdar tenê temaşe dike. Ji bo şer balafir hene lê ji bo temirandina şewatan tu tiştek ji destê wan nayê. Tenê aboriya xwe ji bo polîtîkayên şer bikar tînin."   'Êdî wextê vê desthilatdarê qediyaye'   Pervîn wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kurd bi salane êş dikşînin lê êşa herî zêde di serdema AKP'ê û MHP'ê de hat jiyîn. Ji ber wê em dibêjin êdî wextê vê desthilatdarê qediyaye. Ew jî dizanin ku ew ê êdî biçin. Ji xeynî dijminatiyê tu siyasetek nayê kirin. Lewra em li benda hilbijartinê ne. Yek ji sedemekê desthilatdariya AKP'ê jî ew e ku neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Di paşerojê de jî yên ku bûn desthilatdar ji ber pirsgirêka kurd çareser nekirin ketin rûpelên dîrokî. Heman tişt dê ji bo wan jî derbas bibe."