Tulay Hatîmogullari: Bi êrîşan zimanê kurdî hedef hatiye girtin 2021-07-25 09:01:25     ENQERE - Parlamentera DHP'ê Tulay Hatîmogullari li ser êrîşên nijadperest ên li heberî kurdan nirxandin kir û got: "Ev êrîş li hember Gelê Kurd ku di bikaranîna zimanê xwe de israr dike pêk hatine. Êrîş li heberî piştevaniya kurdan a bi HDP'ê re ne û di heman demê de êrîşek li hemberî HDP'a ku li Tirkiyeyê di warê pêşketinên siyasî de roleke mezin girtiye ser xwe ye."    Li bajarokê Dereçîne yê Sultandagiya Afyonê di 19'ê Tîrmehê de kedkarên çandiniyê yên demsalî ji ber ku kurdî axivîbûn nijadperestan êrîşî wan kiribûn û di encamê de 2 jê jin 7 kes birîndar bibûn. Li taxa Kavakli ya Altindaga Enqerê jî di 20'ê Tîrmehê de êrîşî malbateke Mêrdînî hatibû kirin 2 jê giran 4 kes birîndar bibûn. Herî dawî jî li navçeya Meram a Konyayê li taxa Çariklarê keyayê taxê jî di nav 60 kesên nijadperest bi çekê êrîşî malbata Amedî kiribûn û di encamê de Hakîm Dal (43) hatibû kuştin.  Bertekên li hemberî van êrîşên nijadperest her ku diçe zêde dibin.   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edenê Tulay Hatîmogullari jî bertek nîşanî êrîşên nijadperest li hemberî kurdan da.    Tulay diyar kir ku medyaya alîgir van bûyerên nijadperest ku li hemberî kurdan pêk tên berovajî dike, li ser medya civakî wekî pevçûnên ji rêzê ên di navbera kesan de pênase dike û berdewam kir, "Medya alîgir dixwaze van bûyeran wekî bûyerên ji rêzê pênase bike. Ji ber wê jî ya li Afyonê wekî dora berber, li Enqerê wekî mijara qurbaniyan û li Konyayê wekî ku li ser çêrandina sewalan pevçûn derketibe nîşan dide. Helwesta vê çapemeniyê ji manşeta Rojnameya Yenî Şafakê jî diyar dibe. Yanî dixwazin ku bibêjin ev bûyerên ji rêzê ku dikare di navbera kesan de derkevin, HDP û êzên demokrasiyê ku li hemberî van êrîşan derdikevin jî dixwazin rexne bikin.  Di serî de dibêjim ku nûçe derew in. Li tirkiyeyê ji ber ku kurd bi zimanê xwe diaxivin, muzîkê guhdar dikin li hin bajarên Tirkiyeyê êrîşî wan tê kirin. Niha jî wekî ku hinek pê li bişkokê kir wekî ku bûyerên ji rêzê bin li dijî Gelê Kurd êrîşên nijadperest tên kirin."   'Êrîş girêdayî hev in'   Tulayê diyar kir ku êrîşên tên kirin ji hev ne cuda ne û di berdewamiyê de ev tişt got, "Em dizanin ku ev bûyer ne ji rêzê û ne jî ji ber ku kesan li hev nekirine pêk hatine. Ev demek dirêj e ku bûyerên bi vî rengî rûdidin û em di fikra ku hin kesan ji kur de bê li bişkokê kirine de ne." Tulay sedema vê jî wiha pênase kir, "Li Tirkiyeyê demeke dirêj e rejîma yek kesê dîktatoriyeke faşîst pêş dixe. Hedefa îqtîdarê ya 2023 ev e ku dixwaze vê dîktatoriya bi rêya serkomariyê pêş xistiye mayînde bike. Lê ya ku li hemberî vê dîktatoriyê derdikeve jî HDP ye. Ji ber vê jî li Îzmîrê êrîşî HDP'ê kirin û Denîz Poyraz qetil kirin. Bi vê êrîşê re diyar kirin ku ew li hemberî HDP'ê gelek provokasyonên bi vî rengî hedef dikin. Lê li dijî qetilkirina Denîz Poyraz hemû heêzên demokrasiyê û muxalifan berteka hevpar nîşan dan. Ji ber vê jî dîtin ku dê ji êrîşên bi vî rengî di vê serdemê de ti fêdeyê nebînin. Ji ber vê niha serî li rêbazeke din didin. Vê carê jî bi êrîşên nijadperest ên li hemberî kurdan ku dixwazin wekî bûyerên ji rêzê pênase bikin dîsa li pey heman provokasyonê ne. Dixwazim bi taybetî bibêjim ku têştên tên jiyîn girêdayî hev in."    'Dê ev provokasyon vala bên derxistin'   Tulayê destnîşan kir ku bi van êrîşan rêxistinbûna kurdan hedef hatiye girtin û armanca êrîşên ku tên kirin çi ye jî bi van gotinan pênase kir, "Ev êrîş li dijî Gelê Kurd ku di axaftina bi zimanê xwe de israr dike ye û êrîşeke li heberî piştevaniya kurdan a bi HDP'ê re ye. Herwiha di heman de mê de êrîşeke li hemberî HDP'a ku di warê siyasetê de li Tirkiyeyê roleke mezin girtiye ser xwe ye. Çima HDP roleke mezin dilîze? Ji ber ku îro hilbijartin jî tê de HDP di têkoşîna demokrasiyê de jî roleke mezin dilîze. Têkoşîna li heberî dîktatoriya faşîst a bi zîhniyeta qeyûm tevdigere herî zêde hevkarên HDP û hêzên tifaqê didin. Ji ber wê ye ku bi êrîşên tên kirin tê xwestin HDP bê qelskirin û ji laiyekî ve jî hesabê xwe yê hilbijartinê dikin. HDP'ya ku bi muxalefetê re girêdana xwe xurt dike dixwazin ku ji kolanê jî dengê wê qut bikin.  Em ê li hemberî van provokasyonan jî serî hildin û têkoşîna xwe bidomînin."    'Em  rê nadin wan'   Tulay provokasyon û suîqestên li Tirkiyeyê hatine kirin jî bi bîr xistin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dibû ku elewiyan jî qir bikin. Ji ber ku ew hat îfşakirin vê carê berê xwe dan HDP'a Îzmîrê û niha jî serî li vê rêbazê didin. Lê em dixanin ku gelek bûyerên tarî ên bi vî rengî di dîroka Tirkiyeyê de hatine pêkanîn. Em wekî welatekî ku bûyera Sûrulukê jiyayaye dizanin ku ev jî parçeyek ji planê wan ê serîtewandinê ye. Belê em bi hev re bedelên mezin didin lê em ê vê jî ji wan re nehêlin. Ji bo ku em vê zîhniyeta faşît ji holê rakin û wekheviya gelan ava bikin em ê têkoşîna xwe mezin bikin."