Piştî Serêkaniyê: Armanc ne çareserî, girtina dengên kurdan bû 2021-07-22 09:04:14   Dîlan Babat   ENQERE - Meral Daniş Beştaş a HDP'yî der barê kuştina du polîsên ku 6 sal berê li Serêkaniyê ya Rihayê pêk hat de axivî û  diyar kir ku bûyer hîna zelal nebûye û wiha dirêjî dayê:"Em hemû dizanin ku pêvajoya çareseriyê ji aliyê desthilatdariyê ve hat bidawîkirin.  Gelek daxuyaniyên ‘Me pêvajoya çareseriyê ji holê rakir. Em mutabakata Dolmabahçeyê rast nabînin’ hene."   Pêvajoya çareseriya meseleya kurd ku du salan berdewam kir di 2013’an de bi nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di 21’ê Adarê Newroza Amedê de hat xwendin hat destpêkirin. Piştî vê bi gelan re hêviya aştiyê mezin bû û xebatên heyeta HDP’ê hêvî mezin kirin. Di 28’ê Sibata 2015’an de Mutabakata Dolmabahçeyê hat aşkerakirin. Mutabakata tevî ku li gorî hikûmeta AKP’ê hat avakirin, di 20’ê Adara 2015’an de ji aliyê Tayyîp Erdogan ve hat gotin ku ew nas nakin. Erdogan di 11’ê Tebaxa 2015’an de got pêvajoya çareseriyê hatiye rakirin. Heman salê di 22’ê Tîrmehê de li Serêkaniyê ya Rihayê du polîs hatin kuştin û piştî vê pevçûnan dest pê kir. Serokomar Tayyîp Erdogan di 9’ê Tîrmehê de li Amedê di axaftina xwe de got wan pêvajoya çareseriyê rakirine û HDP berpirs dît.   Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê û serokwekîla koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş der barê bidawîkirina pêvajoyê, hedefgirtina HDP’ê de ji ajansa me re axivî.   'Her kesî dît ku pirsgirêk wê di kîjan esasê de bê çareserkirin'   Meralê anî ziman di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de yekem car bi desthilatdariyekê re hevdîtinên fermî û berfireh hatine kirin û pêvajoyek diyalogê hatiye jiyîn û ev tişt vegot: "Me piştgiriya pozîtîf her tim ji bo pêvajoyê kir. Birêz Ocalan ji 99’an de ye girtiye. Name, hevdîtin û daxuyaniyên heyetan bi zelalî ji rayagiştî re dihat vegotin. Di pêvajoya çareseriyê de mijara kurd hat nîqaşkirin û her kesî dît ku wê çareser bibe. Li Tirkiyeyê mirin hemû nehatibin rawestîn jî pêşî li mirinan hat girtin. Beşek mezin a civaka Tirkiyeyê piştgirî dan çareseriyê. Di Newroza Amedê de bi mîlyonan kes amade bûn. Pêvajoyeke ku her kesî pê hewce didît bû."   'Yên wê demê hatin kirin amadekariya îro bû'   Meralê bal kişand ser heyeta di pêvajoya çareseriyê de hatiye avakirin û got di rola navbeynkariyê de bû û rayedarên dewletê jî tê de çûne Girava Îmraliyê û hevdîtin kirine û ev tişt vegot: "Ev hevdîtin wisa ne veşarî û ji rêzê bûn. Ligel vê di 2014’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê geşedan çêbûn. Yek ji van rewşa Kobanê bû. Li aliyê din pêvajoya çareseriyê hebû. Kobanê û êrîşa li hember Rojava di rojeva cîhanê de bû. Di navbera Rojava û Tiriyeyê de sînorek heye. Ev rastiya ku Kobanê û Pirsûs xizmên hev in, naguhere. Ji ber vê jî ev êrîşên li Rojhilat rastî bertekan hatin. Divê piştgiriya ji bo DAIŞ’ê bihata birîn û sînor bihata girtin. Li aliyekî jî nîqaşên aştiyê û diyalog hebûn. Yên wê demê dihatin kirin amadekariya îro bû."   'Kê bûyer pêk anî hîna ne diyar e'   Meralê axaftina xwe wiha berdewam kir: "Divê pêvajo bi giştî bê destgirtin. Bidawîkirina pêvajoyê, bi kuştina du polîsên li Serêkaniyê hat îfadekirin. Lê mijara kuştina du polîsan baş nehat nîqaşkirin. Hat hînbûn ku ew bûyer bi armanca provakasyonê bû. Yên ji ber bûyerê hatin girtin, berat kirin. Hîna jî nayê zanîn ku kê bûyer pêk aniye. Yanî eleqeya wê bi HDP’ê tune. Em partiyeke siyasî ya têkoşîna aştî û demokrasiyê didin. Gotin ên êrîş kirine mirî hatine girtin. Lê derket holê ev gotin ne têkildarî bûyerê ne."   'Armanc ne çareserîye dewamirina desthilatdariyê ye'   Meralê daxuyakirin ku ger deshtilatdarî zelal bûne, bi cesaret bûna wê îro ev tişt nehatiba axaftin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li her derê cîhanê di pêvajoyên çareseriyê de bûyerên wisa tên jiyîn. Em dizanin ku desthilatdariyê wê demê pêvajo bi dawî kir. Em gelek gotinên ‘Me pêvajo rakir, êdî pirsgirêka kurd û terorê heye. Em mutabakatê rast nabînin’ dizanin."   'Li hember HDP’ê zimanekî dijminatiyê tê bikaranîn'   Meralê da zanîn armanc girtina dengên kurdan e û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Me daxuyaniya Tayyîp Erdogan ya di 9’ê Tîrmehê li Amedê kiriye ya weke ‘me pêvajo bi dawî nekir’ matmayî temaşe kir. Dema serokomar daxuyanî dida agahiya girtina aliman hat. Dîsa di heman saetê de rêveberên HDP’ê hatin girtin. Tevî hemû israrên me li hember HDP’ê zimanekî dijminatiyê tê bikaranîn. Armanca vê girtina dengên kurdan e. Li vî welatî tu partî bêyî piştgiriya kurdan nikare desthilatdariya xwe di hilbijartinên nû de bidomîne. Çend armancên vê hene. Ya yekem dixwaze dilê kurdan qezenc bikin. Ya duyem dengên kurd dengan didin partiyên din bigire. Ya sêyem jî rêxistinên partiya AKP’ê yên navendî û navçeyên wê di zorê de ne. Yanî kurd ne tê de, her tişt tê fikirîn. Dibêjin ‘Em ê kurdan heta hilbijartinê wisa mijûl bikin.’ Niha bi sedan hevalên me girtine. Doza girtina HDP’ê vekirin. Lê ew dizanin ku yên dengên xwe didin HDP’ê, dengên xwe nadin wan."