Jinan daxuyaniya Geverê dan: Em ê pêşî li fuhuşê bigirin 2021-07-14 12:27:21     ENQERE - Meclîsa Jinê ya HDP'ê têkildarî "êrişa zayendî ya li ser zarok û ciwanan a ji aliyê polîs û leşkeran ve pêk tê" daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ew ê polîtikayên qirêj ên îqtidarê teşhîr bikin.    Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî "êrişa zayendî ya li ser zarok û ciwanan a ji aliyê polîs û leşkeran ve pêk tê" daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ji ber polîtikayên dijminatiyê yên AKP-MHP'ê yên li dijî jin û zarokan tundî, tecawiz û destdirêjî zêde bûne. Her wiha hat gotin xwestina şerdê delîla şênber nîşaneya vê dijminatiyê ye.    'Em vê yekê ji berdana Musa Orhan dizanin'   Di daxuyaniyê de hat gotin êrişa zayendî ya li Geverê ya ji aliyê polîs û leşkeran ve tên kirin nayê zelalkirin û wiha hat gotin"Em ê ji bo esasgirtina beyana jin û zarokan tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin. Ferzkirina têkiliya zayendî ya bi darê zorê ya li bajarên kurdan parçeyekî ji polîtîkayên şer ên taybet ê dewletê ye. Em vê yekê ji berdana Musa Orhan ê li Êlihê tecawizî Îpek Er kir û bû sedema întixara wê, dizanin. Em vê yekê ji windakirina Gulistan Doku ya li Dêrsimê dizanin. Polîs û leşkerên bi polîtikayên bêcezahiştinê tên xelatkirin cesaretê ji îktidarê û ji daraza wê ya mêrtiyê digire. Lê belê bila îktidar baş bizanibe ku ev polîtîkayên şerê taybet ên bi salan e pêk tên ew ê bi encam nebin. Em ê polîtikayên qirêj ên îqtidarê teşhîr bikin. Em ê pêşî li fuhuşê bigirin. "